Fotograf: AA - Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ji ber Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şûn de şandiye, bertek nîşan daye. Bahçeliyî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Bahçeliyî gotiye ku HDP di vê demê de bi sedema kêmasiyên rêzik û rêbazan wext ji xwe re çêdike.
Bixwîne - Dadgeha Destûrî îdianameya HDPyê bi şûn de şandiye
Bahçeliyî raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn tohmet kiriye ku lêkolîna îdianameyê kiribû û bi sedema kêmahiyên wê yên rêzik û rêbazan temam bikin, xwestibû bi şûn de bişînin.
Bahçeliyî gotiye, bala Dadgeha Destûra Bingehîn “ne li ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî teror û cidakariyê ye.”
Bahçeliyî gotinên xwe wiha dewam kiriye: “Gelo Dadgeha Destûra Bingehîn alîgirê serweriya hiqûqê ye yan çepikan ji bo cidakaran lê dide? Êdî bi qasî girtina HDPyê girtina Dadgeha Destûra Bingehîn jî divê neyê biderengxistin.”
Bahçeliyî xwestiye ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameyê ji nû ve saz bike û gotiye ku “divê ev pêvajo tekez dirêj nebe”. (EKN/FD)