Fotograf: Evrim Aydın / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî daxwaza Omer Farûk Gergerlîoglûyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qebûl nekiriye. Erol Katircioglû, Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê ji bo biryara betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglûyî serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Dadgehê bi sedema ku ew ne erkdar in, daxwaz bi yekdengî qebûl nekiriye.
Ajansa Anadolûyî di nûçeya xwe de gotiye, Dadgeha Destûrî bi sedema ku li gorî paragrafa duyem a Xala 84an a Destûra Bingehîn “heke bi biryareke teqez hikum xwaribe an jî hatibe astengkirin” nabe serî li Dadgeha Destûrî bide, daxwaz qebûl nekiriye.
Dadgehê bi vê biryarê diyar kiriye ku di vê mijarê de wezîfeya Serokatiya Parlamentoyê ye û di encama vê biryarê de biryara betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatiye pesendkirin. Dadgeha Destûrî wê serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglû ya şexsî paşê binirxîne.
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. (HA/FD)