Fotograf: Dilek Şen - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê rapora xwe ya salê ya derbarê “bicihanîna mafên mirovan” de weşandiye. Wezaretê di beşa Tirkiyeyê de behsa gelek bûyerên binpêkirina mafan kiriye.
Di kurteya raporê de ji bo Tirkiyeyê wiha gotiye: “Ji ber qanûna dijterorê ya berfireh a di 2018an de derbas bûye, hikûmeta tirkan di astengkirina azadiyên bingehîn de berdewam bûye û xetere li ser serweriya hiqûqê pêk aniye.”
Di heman beşî de binpêkirinên mafan wiha rêz kiriye:
- Bûyerên kuştinên kêfî,
- Mirinên bigumân di dema desteserkirinan de, windakirinên bi darê zorê,
- Îşkencekirin,
- Girtina bi kêfî ya siyasetmedarên mixalif, parlamenterên berê, parêzer, rojnameger, mafparêz û xebatkarên Misyonê yên DYAyê jî di nav de bi deh hezaran kesan a bi tohmeta ku têkiliyên wan bi komên ‘terorîst’ re heye an jî axavtinên rewa yên aştîyane kirine û desteserkirina wan,
- Kesên hatine hilbijartin jî di nav de hebûna girtiyên siyasî,
- Bergirîdanên bi armancên siyasî yên li dijî kesên li derveyî welêt dijîn,
- Pirsgirêkên girîng ên derbarê serxwebûna darazê de,
- Tundkarî û gefa tundkariyê ya li ser rojnamegeran jî tê de astengiyên cidî yên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê, çapeminî û înternetê, girtina saziyên medyayê, yasayên derbarê sankurkirinê, astengiyên malperan û heqaretên cezakirinê de,
- Astengkirinên cidî yên li pêşiya civîn, avakirina komeleyan û azadiya geştê, bûyerên bi şûn de şandina hin penaberan, tundkariya li ser jinan, lezbiyen, gey, bîseksuel, trans, înterseksan û endamên kêmarên din.
“Lêpirsîna hêzên asayişê nakin”
Di raporê de Wezaretê diyar kiriye ku digel kontrolên saziyên sivîl yên li ser hêzên asayişê jî mekanîzmayên cezakirin û lêpirsînê yên derbarê sûîstimalkirinê û gendeliyê de kêm in û bûyerên îstîsmarkirinê yên hêzên asayîşê kirine, hene.
Her weha diyar kiriye ku Hikûmet derbarê mirinên di dema operasyonên ‘dijterorê” de zanyariyên hewldanên lêpirsîn û şopandina personelan par ve nake.
(PT/FD)