Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn ê ku ji bo lêkolîna îdianameya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bike hatibû wezîfedarkirin, rapora xwe temam kiriye. Raportorî ji bo kêmasiyên binyadî ji holê rake, îdianame bi şûn de şandiye. Dadgehê rapor li endamên Dadgehê belav kiriye.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî wê yekem lêkolîna xwe ya derbarê dozê de sibê bike û biryarê bide bê ka wê îdianame were qebûlkirin an na.
Pêvajo wê êdî çawa bi rê ve biçe?
Heke îdianame bihata qebûlkirin ji bo pêşparastinê wê ji HDPyê re bişandana. Heke ew kêmasî ji holê ranebin û îdianame were qebûlkirin wê pêvajo wiha bi rê ve biçe:
- HDP dê di wê demê de pêşparastina xwe pêşkêş bike ku Dadgeha Bilind ew dem diyar kiriye. Dibe ji bo demê dirêj bike, HDP serî li Dadgehê bide. Dadgeha Destûrî wê biryara dirêjkirina demê bide. Paşê wê Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind nêrîna xwe ya derbarê esasê de pêşkêş bike.
- Di wan dîrokên ku Dadgeha Destûrî diyar kirine de Bekîr Şahîn wê daxuyaniya devkî, HDP jî wê parastina devkî bike.
- Piştî van pêvajoyan raportor wê derbarê dozê de zanyariyan û dokumanan kom bike û rapora xwe ya derbarê esasê de rapora xwe amade bike. Di vê demê de him Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind him jî HDP wê bikaribin delîlên din pêşkêş bikin û li parastina xwe zêde bikin.
- Piştî rapor li endamên Dadgeha Destûrî belav bikin, Zuhtu Arslan, Serokê Dadgehê wê ji bo civînê rojekê diyar bike. Endam dê di wê rojê de kom bibin û daxwaza girtinê nîqaş bikin.
Ji 15 endaman dengê 10 endaman pêwîst e
- Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê wê biryarê bide.
- Ji bo biryara girtina HDPyê ji 15 endaman dengê 10 endaman pêwîst e.
- Biryara ku derkeve wê ji Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind û HDPyê re bişînin û di Rojnameya Fermî de were weşandin.
- Endam û rêveberên ku biryara qedexeyê ji bo wan were dayîn, piştî sedema biryarê di Rojnameya Fermî de were weşandin heta 5 salan wê nikaribin bibin avakar, endam, rêveber û kontrolorên ti partiyeke din.
(PT/FD)