Fotograf: Ofîsa çapemeniyê ya HDPyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserorên Giştî yên HDPyê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo beşdariya wan a li Newroza 2021ê spasiya welatiyan kirine.
Bûldan û Sancarî di mesaja xwe de gotine ku welatiyan bi beşdariya xwe ya di Newrozê de “ji zaliman re gotine ‘em bi milyonan li vir in’.”
Peyama Hevserokan wiha ye:
“Me Newroza 2021yê bi coş û biryardariyeke gelekî mezin li dû xwe hişt. Li govenda Newrozê ya ku milyon gihîştin hev hûn ji bo hemû kesên li welêt guhertinê, azadiyê daxwaz dikin bûn hêvî. We mesaja ‘em bi milyonan li vir in’ da zaliman û we daxwaza azadî, aştî û demokrasiyê bi awayekî gelekî xurt berz kir.
“Em bi milyonan caran spasiya we milyonan dikin ku bi sekna tijî cehd, biryardarî û wêrekî we baweriya bi têkoşîna demokrasî û azadiyê zexm kir. Em careke din Cejna Newrozê ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Bijî Newroz!” (DŞ/FD)