Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
13em Civata Mezin a Asayî ya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hatiye. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di civînê de axiviye û careke din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye hedef. Bahçeliyî wiha gotiye:
“HDP rêxistineke sûcî ye ku di dilqê siyasetê de ye. Ji bo dîrokê û nifşên siberojê girtina wê bûye mesela namûsê ku divê nikaribin careke din bi navekî din vekin. Divê îdianameya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a ji bo girtina HDPyê vekiriye bişîne Dadgeha Destûra Bingehîn ku ev dengê heq, hiqûq û edaletê ye.”
Bahçeliyî her weha wiha gotiye: “Pêşniyarên sîstema parlamenteriyê ya bihêzkirî çivînên demên berê ye, çivînên wan kesan e ku ji bo siberojê ti gotineke wan nîne. Vegera li sîstema parlamenteriyê nîne. Divê Sîstema Hikûmeta Serokomariyê bi reformên siyasî, hiqûqî, ekonomîk kokê xwe berde û were bihêzkirin.” (DŞ/FD)