Fotograf: Erçin Ertürk / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Bilind 2 sal û 6 sal cezayê girtîgehê yê Omer Faruk Gergerlioglu, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê pesend kir, biryara dadgehê li Civata Giştî ya Parlamentoyê hatiye xwendin û parlamenteriya wî hatiye betalkirin.
Piştî biryar li Parlamentoyê hatiye xwendin, ji bo 10 deqîqeyan navber dane civîna li Parlamentoyê.
Meclis TVyê weşan qut kiriye û reklaman diweşîne.
Navenda Giştî ya HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Meclîsê dest bi weşana zindî kiriye. Gergerlioglu û parlamenterên din ên HDPyê ji salona Civata Giştî derneketine û dest bi çalakiyê kirine. yek du caran navber dane Civîna li Parlamentoyê û Gergerlioglu û HDPyîyan jî çalakiya xwe dewam kirin. Piştî vê rewşê Civata Giştî ya Parlamentoyê ketiye betlaneyê.
Li salonê slogana “AKPya derbekar” avêtine.
Gergerliogluyî di dema weşana li ser Twitterê de wiha gotiye: “Ez bi îradeya gelî hatime vir. Ez vê biryara ku Destûra Bingehîn binpê dike ez qebûl nakim. Serokatiya Parlamentoyê sûc kiriye. Biryareke ji serî heta binî bêhiqûqî ye. Ez di hinava gelê xwe de me. Ez naçim ti deran. Ez biryara Civata Giştî ya Parlamentoyê qebûl nakim. Ez ji Kocaeliyê bi dengên 90 hezar kesî hatim. Ez xwe dispêrim îradeya gelhi. Em ê serê xwe li ber pêkanînên antîdemokratîk netewînin. Bila herkes vê bizanibe.”
Beştaş: Divê li bendî biryara Dadgeha Destûrî bisekinin
Beriya ku biryar were xwendin, Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma HDPyê li Civata Giştî axiviye û wiha gotiye: "Darazê ev biryar nedaye. Desthilata siyasî ve biryar daye, partiya li desthilatê ev biryar daye. Ji ber wê bila ti kes ji me re nebêje 'ev biryar hiqûqî ye', ev biryareke siyasî ye."
Daniş Beştaşê her weha gotiye ku divê li bendî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bisekinin.
Engin Altay: Hûn neçar in li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin
Beriya biryar were xwendin, CHPyê piştgiriya Omer Faruk Gergerliogluyî kiriye. Engin Altay, Wekîlê Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) li Civata Giştî axiviye û Destûra Bingehîn aniye bîra Celal Adan, Wekîlê Serokê Parlamentoyê.
Altayî gotiye biryara wê li Parlamentoyê were xwendin li dijî rêzikên hiqûqê yên giştî û Destûra Bingehîn e.
HDP: Daraz alîgiriya desthilatê dike
Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, Wekîlên Serokê Koma HDPyê piştî biryar hatiye xwendin li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistine. Olûç li ser navê herduyan axiviye û gotiye:
“Daraz îro weke çoyê di destê desthilata siyasî de li ser mixalefetê lîstikê dilîze. Em bi awayekî vekirî darazê tohmet dikin. Daraz li ser yaseçêkeran lîstikekê dilîze. Pêkûtiya desthilata siyasî ava kiriye. Îro kesên li desthilatê ne bi destê darazê wesayetê li ser Parlamentoyê ava kirine. Rewşeke zelal û bênîqaş e. Daraz alîgiiya desthilatê dike, bi desthilatê ve girêdayî ye.” (HA/FD)