*Fotoğraf: liveumap videosu'ndan screen shot.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwepêşanderan li paytexta Ermenistanê bi ser avahiyek hukumetê de girtine. Bi serdegirtinê ve aloziya ku li piştî şerê Qerebaxê li Ermenistanê çêbûye kûrtir kirine.
Li gor agahiyên ku RIA Novostî, ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê belav kiriye, xwepêşanderan roja Dûşemê ji bo Paşînyan îstifa bike li Erîvanê, paytexta Ermenistanê bi darê zorê ketine avahîyekî hukumetê.
Çi bûbû ?
Serokatiya Serfermandariya Hêzên Çekdarî ya Komara Ermenistanê xwestibû hukumeta Paşînyan û Serokwezîr Nîkol Paşînyan îstifa bike.
Paşînyan daxwaza artêşê weke “hewldana darbeyê” bi nav kiribû û ragihandibû ku wî Onîk Gasparyan, Serokê Serfermandariyê ji wezîfeyê girtiye.
Li gorî news.amê danezana artêşê weha bûye:
Hêzên Çekdarî ê RAyê bi sebir tehemula “êrişên” hukumeta heyî yên ku ji bo bêqîmet kirina Hêzên Çekdarî kir. Lêbelê sînorê her tiştekî heye. Hukumeta heyî bi xeletiyên di politikaya derve de welat anî ber rûxandinê. Ji ber rewşa heyî Hêzên Çekdarî ê RAyê daxwaza îstifayê ji hukumet û serokwezîr dike. Artêşa Ermenistanê her dem bi gel re bûye gel jî bi artêşê re.
Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê roja Pêncşemê piştî ku artêşê daxwaza îstifaya wî û hukumetê kiribû, gotibû li dijî wî hewldana darbeya leşkeri heye.
Paşinyan li ser Facebookê bang li alîgirên xwe kiribû û gotibû di saet 16.00ê herêmî de li Meydana Komarê bin dê ew jî li wir be.
Paşînyan derbarê daxwaza artêşê ya îstifayê de daxuyani dabû û gotibû, “Divê em şoreşê biparêzin. Em di rewşek gelek xirap de ye. Min Serokê Serfermandariyê ji wezîfeyê girt. Niha wezîfeya herî grîng ewe ku parastina desthilata sivîlan û gel bê kirin.”
Tê îdiakirin ku hewldanên li dijî Paşînyan bi piştgiriya Rûsyayê ye. (PT/AY)