Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên mafparêz bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dane Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ku di demên dawiyê de bûye hedef.
Komeleya Şopandinê ya Ji bo Mafan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Înîsiyatîfa Mafan, Rêxistina Efûyê nûnertiya li Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan gotine “digel hewldanên bêdengkirin û çewisandinê, em ê xebata li gel IHDyê berdewam bikin.”
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî dema li Meclîsê derbarê operasyona Gareyê de axivîbû gotibû, “Rêxistina terorê ji 1984an û vir ve 6 hezar û 21 qetlîamên sivîl pêk anî. Ew komeleya bi navê Komeleya Mafên Mirovan a xwedê rihê wê bistîne, tenê bi carekê jî gotinek kiriye? Hun diçin didin pey wê.” Piştî vê axavtinê bi rêya e-postayan û medyaya civakî mesajên gefxwarinê ji komeleyê re şandibûn.
IHDyê diyar kiribû ku ev tohmet ne ras tin û ew mesaj bi raya giştî re par ve kiribûn ku derbarê rizgarkirina kesên li bal PKKyê desteserkirî û şermezarkirina qetlîamên sivîlan de bûn.
IHDyê diyar kiribû ku divê Soylû ji ber van gotinên xwe ji hemû civakê lêborînê bixwaze û di dewamiyê de gotibû “her kê kiribe ferq nake ew her tim li hemberî êrîşên li ser sivîlan derketine û wan şermezar kiriye.”
Rêxistinên mafparêz jî diyar kirin ku mapfarêz hedefnîşandana sazî û kesên weke Komeleya Mafên Mirovan bi endîşe dişopîne:
“Digel hemû bêdengkirin, çewisandin û bizdandinan, ji bo maf û azaiyên mirovan biparêzin û binpêkirina mafan asteng bikin ew ê xebata xwe li gel Komeleya Mafên Mirovan berdewam bikin.” (AS/FD)