Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Serfermandariya Hêzên Çekdarî ya Komara Ermenistanê xwestiye hukumeta Paşînyan û Serokwezîr Nîkol Paşînyan îstifa bike.
Li gorî news.amê artêşê danezanek weha weşandiye:
Hêzên Çekdarî ê RAyê bi sebir tehemula “êrişên” hukumeta heyî yên ku ji bo bêqîmet kirina Hêzên Çekdarî kir. Lêbelê sînorê her tiştekî heye. Hukumeta heyî bi xeletiyên di politikaya derve de welat anî ber rûxandinê. Ji ber rewşa heyî Hêzên Çekdarî ê RAyê daxwaza îstifayê ji hukumet û serokwezîr dike. Artêşa Ermenistanê her dem bi gel re bûye gel jî bi artêşê re.
Paşînyan ji alîgirên xwe daxwaza daketina kolanan kiriye
Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê roja Pêncşemê piştî ku artêşê daxwaza îstifaya wî û hukumetê kiriye gotiye li dijî wî hewldana darbeya leşkeri heye.
Paşinyan li ser Facebookê bang li alîgirên xwe kiriye û gotiye di saet 16.00ê herêmî de li Meydana Komarê bin dê ew jî li wir be.
“Divê em şoreşê biparêzin”
Paşînyan derbarê daxwaza artêşê ya îstifayê de daxuyani daye û gotiye, “Divê em şoreşê biparêzin. Em di rewşek gelek xirap de ye. Min Serokê Serfermandariyê ji wezîfeyê girt. Niha wezîfeya herî grîng ewe ku parastina desthilata sivîlan û gel bê kirin.”
Kremlîn: Em bi endîşe dişopînin
Berdevkê Kremlînê Peskov destnîşan kiriye û gotiye, “Em peşkevtinên li Ermenistanê bi endîşe di şopînin. Lewra têştên k udi qewime meseleya navxweyî ya Ermenistanê ye. Em bang li hemû aliyên Ermenistanê dikin ku bila nerm û bipîvan bin. Divê rewş di çarçoveya makeqanûnê de bimîne.”
(PT/AY)