Ji bo nûçeya tirkî (1), (2), (3) / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê di civînên xwe de “Gare” nirxandine.
Erdogan: Gare ket
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di 7em Kongreya partiya xwe ya Trabzonê de axiviye û behsa operasyona Tirkiyeyê ya li Gareyê kiriye. Erdoganê wiha gotiye:
“Derewa kesên nikarin ji PKKyê ra bibêjin 'PKK', ji terorê ra bibêjin 'teror' û ji qetlîamê ra bibêjin 'qetlîam' derket holê ku lîstikên xwe yên binkol û dafikên danîne vedişêrin. "Riyakariya kesên ku piştgiriya rêxistina terorê dikin hêrsa me zêde dike, lê rastiya gavên em diavêjin, hereketên dikin û polîtîkayên me piştrast dike. Di bûyera înfazkirina 13 însanên bêguneh de ji xeynî çend dengên lawaz dengê kesî derneket. Ey Rojava hûn li ku derê ne?
"Ji bona cardin rastî êrîşên bi vî rengî neyên li ciyên ku hatine ewledarkirin çiqas hewce bike em ê ewqas bimînin.
“Gare ket, bi îzna Xwedê ev kar qediya.”
Kiliçdaroglû: Erdogan berpirsiyar e
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê axiviye û derbarê operasyona Gareyê de wiha gotiye:
“Malbat gelek caran hatin, li der deriyî dan, hatin bal min jî. Gelek caran hatin, ez çûm Malatyayê, hatin wir jî. Me wezîfe da hevalên xwe, civînên çapemeniyê li dar xistin, me got divê desthilatdar dest bavêje vî karî. Me got ‘bila ev mirov bi şêweyekî bigihên zar û zêçên xwe, dê û bavên xwe.’ Çi ji destê me hat me kir. Nûçeya mirina van birayên me hat.
“Waliyê Meletiyê daxuyaniyê dide. Çima? Li kursiya Serokomariyê, Wezareta Berevaniya Netewî, Wezareta Karûbarên Navxweyî hinek rûdinên. Heman tişt li Îdlîbê jî bûbhu. Li wir jî Waliyê Hatayê kiribû. Lewma xetayên xwe, kêmasiyên xwe dizanin.
“Di rewşên asayî de divê kesekî berpirsiyarî hilgirta û dest ji wezîfeyê berda. Hûn diçin rehîneyan rizgar bikin, dimirin. Xwîna şehîdê me li erdê ye. Dikarîbûn wan bînin Tirkiyeyê. Qaşo wê roja Çarşemê daxuyaniyek bidana, me 13 kes rizgar kirin. Armanc ev bû. Ma bi def û zirneyê rehîne tên rizgarkirin? Berpirsiyarê 13 şehîdên me Recep Tayyîp Erdogan e.”
Sancar: Divê desthilat gavan biavêta
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê behsa Gareyê kiriye û wiha gotiye:
“Di daxuyaniyên derbarê van mirovan de agahî jî û nakokî jî hebûn. Paşê cenazeyan dibin Meletiyê. Û nasnameya wan Waliyê Meletiyê aşkere dike. Derket holê ku ev kes ew polîs û leşker û wezîfedarên îstîhbaratê yên di destê PKKyê de bûn. Bi taybetî em wek HDPyê dibêjin xwedê rehma xwe li wan bike û ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Hevalên hêja ev komkujiyek e.
“Beriya niha di rewşên wiha de çi hatiye kirin. Car caran rêzkirina mînakan dibe were maneya nûkirina êşan lê di vê pêşkêşiya xwe de ji bo em îro vê rewşa tarî û rewşa xwîn û mirinê bikolin palpişteke bi qîmet e ji bo me.
“Komeleya Mafên Mirovan a Amedê raporek derbarê wan kesan de amade kiriye ku di navbera salên 1990 û 2010an de PKKyê ew girtine. Derxistiye holê ku di 22 salan de 335 kes hatine girtin. Di encama hewldanên ku me behsa wan kir ev 335 kes hatine nav malbatên xwe. Jiyana 335 mirovan.
“Malbatên ku hewl didan zarokên wan serbest bibin, di salên 2015, 2016 û 2019an de hatin serdana partiya me kirin. 4 caran hatin serdan kirin. Wê gavê wekîlên me yên serokên me yên komê jê hevalên me yên din ên rayedar jî di hevdîtinin de ji bo zarok serbest bibin, daxwaza alîkariyê kirin. Hevalên me di her carê de li pêşiya hemû civakê gotin ku çi dikeve ser milê me em amadene bikin. Tevlî malbatan derketin pêşberî çapemeniyê û axivîn lê her carê hatin a dawiyê lê di ya dawiyê de ew girêk nehat çareserkirin. Çi bû ew girêka dawiyê?
“(Gav) Avêtina hikûmet, desthilatê bû. Ew kesên ku dibêjin bendewarî çi ye ji desthilatê bila li nameyên 13 mirovên îro najîn binêrin. Tişta ku li bendê bûn, tiştekî ji rêzê bû. Desthilat wê li vir gavek biavêta û ev mirov wê serbest bûbana. Wê bigihiştana malbatên xwe, hezkiriyên xwe heke ev gav bihata avêtin.” (EMK/DŞ/AS/FD)
Fotograf: Recep Tayyîp Erdogan - Kemal Kiliçdaroglû (AA), Mithat Sancar (MA)