Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku li 40 bajaran 718 kes hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye diyarkirin ku di nava wan de Hevserokên HDPyê yên bajar û navçeyan jî hene.
Ajansa Mezopotamyayê jî di saetên sibehê de destnîşan kiribû ku li Şirnex, Agirî, Riha, Wan, Mêrdîn, Sêrt û Elezîzê polîsan bir ser malan de girtine û endam û revêberên HDPyê jî di nav de herî hindik 44 kes desteser kirine.
Li Agiriyê 13 kes desteser kirine
Li Bazida Agiriyê polîsan bi ser malan de girtine û Talha Kaya, endamê Meclîsa Partiyê yê HDPyê, Ahmet Yaşmiş, rêveberê HDPya Bazidê, Cemil Koç, nûnerê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Cezaxwaran (TUHAY-DER) û Rahim Gonen, endamê Meclîsa Şaredariya Bazidê jî di nav de 13 kes desteser kirine. Kesên desteserkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.
Li Amedê 3 kes desteser kirine
Li Amedê cendermeyan kesê bi navê Mikail Yaman, ji ber ku pere ji birayê xwe Ibrahim Halil Yaman, Hevserokê HDPyê yê Erxaniyê yê girtî re pere şandiye, ew desteser kirine. Yaman birine Qereqol Cendermeyan a Kayapinarê.
Her weha li Amedê polîsan Aynûr Bîlgîç û Şiyar Akpolat desteser kirine.
Li Şirnexê 10 kes desteser kirine
Li navçeya Cizîr, Hezex û Robozikê polîsan endamên HDPyê Agît Yigit, Fatma Acet, Firat Akyol, Cami Bilik, Nihat Kuçuk, Mahkum Kurami, Serhat Çatuk, Mustafa Dal, Omer Karaviş û Abdullah Yaman desteser kirine.
Her weha li Elezîzê, polîsan Veysi Saritag, Hevserokê HDPya Depê desteser kirine. Saritag birine Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê.
Li Pirsûsa Rihayê polîsan kesê bi navê Abdi Binici desteser kirine û birine Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.
Li Wanê 28 kes desteser kirine
Polîsan li Wanê Okkeş Kava, Hevserokê berê yê HDPyê desteser kirine û birine Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. Her weha di van 2 rojên dawiyê de polîsan 28 kes desteser kirine.
Li Manîsayê polîsan 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDPyê desteser kirine.
Li Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi ser malan de girtine û 4 kes desteser kirine.
Li Sêrtê polîsan Harset Aslan û Haydar Çagli, endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDPyê û li navçeya Misircê jî Abdulgaffur Kubulay, Mehmet Kaysi û jina bi navê Esmer a paşnavê wê nehatiye zanîn desteser kirine.
Her weha bajarokê Weysel Karanî yê Ziyaretê kesê bi navê Devran desteser kirine.
Diyar bûye ku biryara desteserkirina Emin Çeçen, endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê yê HDPyî derketiye lê polîsan ew li mal nedîne. (RT/FD)