Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara dadgehkirina Enîs Berberoglû, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) dabû sekinandin, li Parlamentoyê tezkereya wî hatiye xwendin û careke din bûye parlamenter.
Li Civata Giştî ya Parlamentoyê, Serokatiya Parlamentoyê tezkereya derbarê biryara 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya ji bo Berberoglûyî amade kiriye, xwendiye. Bi vê re Berberoglû careke din mafê parlamenteriyê bi dest xistiye. Ji bo bibe parlamenter hewce nake ku Berberoglû careke din sondê bixwîne. Parlamenteriya Berberoglûyî di 4ê Hezîrana 2020an de betal bûbû.
Dadgeha Destûra Bingehîn du caran li ser hev biryar dabû û gotibû ku mafên Berberoglûyî hatine binpêkirin û divê dadgehkirina wî were betalkirin.
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê cara yekê ev biryar qebûl nekiribû. Lê cara duyem piştî Serdozgeriyê jî gotibû bila dadgehkirina wî were sekinandin, heyeta dadgehê jî bi heman awayî biryar dabû.
Fezleke ji bo wî amade kirine
Di vê navberê de pêvajoya hiqûqî ya derbarê Berberoglûyî de dewam dike. Parêzerên Berberoglûyî li dijî fezlekeya 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daxwaznameyek pêşkêş kirine ku dadgehê xwestiye Berberoglû careke din were dadgehkirin. Parêzeran gotiye ku bila li gorî “yasayan” fezlekeye nû were amadekirin. (HA/FD)