* Fotograf: Metin Aktaş - Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de behsa Destûra Bingehîn a nû kiriye.
Erdoganî gotiye ku “Wezîfeya nû û ya dîrokî li benda TBMMyê ye” û wê Destûra Bingehîn a nû “wê şert û mercên azadiyeke rasteqîn” ava bike:
“MHP, hevkarê me yê di Rêkeftina Komarî de jî erênî li vê pêşniyarê dinêre, bi vê re, Xwedê bê erê Tirkiye di dîroka xwe de cara yekem e ew fersend bi dest xistiye ku destûreke bingehîn a sivîl amade bike û vê di nava şert û mercên azad de pêşkêşî nirxandina miletî bike.
“Ez wisa bawer dikim, Destûra me ya Bingehîn ya ku wê hêza îradeya milî nîşan bide, wê hedefên me yên ji bo sedsaliya Komara xwe diyar kirine derxe asta herî bilind.
"Ji bona li ser destûra bingehîn ya nû biaxivin û çêkin şert û merc di cî de ne. Ji bona em di nava hevsengiya aborî û siyasî ya kurewî ya ku diguhere cihê xwe bigirin û ji firsendan îstifade bikin hewcedariya me bi sîwaneke zexim heye.
"(Destûra Bingehîn a nû) Terciha me ew e ku hemû partiyên siyasî di pêvajoyê da cih bigirin. Ji bo vê em ê hetanî dawiyê hewleke semîmî nîşan bidin.
"Kadroya me ya di 18 salan da xizmet û berhemên di dîroka Tirkiyeyê da nehatine dîtin ew ê di rêya 2023yan da Destûra Bingehîn a sivîl ya teze jî amade bike.
“Divê em nelezînin, bi hemû derdoran re bişêwirin û metneke destûra bingehîn ya wisa derxin meydanê ku pêwistiyên sedsala li pêşiya me di xwe da bihewîne.
"Di Plana Çalakayiya Mafên Mirovan de em ê kurtasiya sernavên mijara Destûra Bingehîn jî eşkere bikin ku a em ê bi raya giştî ra parve bikin. Ez ji vê derê bangî hemû partiyên siyasî, akademîsyen, zanîngeh, saziyên civaka sivîl, endamên medyayê û hemû mirovên fikr û aksiyonê dikim. Werin em bi hev ra pêşniyazên ji bo Destûra Bingehîn a teze binirxînin û niqaşan bikin.
"Destûra bingehîn li gor xwezaya xwe mecbur in ku ji hêla tevahiya civakê va bên piştgirîkirin. Ev jî ancax wiha mumkin e ku hemû aliyên li welêt bikaribin xwe di vê Destûra Bingehîn a nû de îfade bikin, ew ê wisa bê amadekirin.” (AS/FD)