Fotograf: AA - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya Li Mafên Mirovan (HRW), daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser “Bakurê Sûriyeyê” û hin dever li vir bi dest xistin, rayedarên Tirkiyeyê û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê hin welatiyên Sûriyeyê desteser kirine.
HRWyê diyar kiriye ku di navbera Çiriya Pêşiyê û Kanûna Paşiyê ya 2019an de li Serêkaniyê herî hindik 63 welatiyên Sûriyeyê desteser kirine û ev kes ereb û kurd in. HRWyê di daxuyaniya xwe de gotiye Tirkiye îdia dike ew kes sûcdar in û ew tohmetên ku tên gotin kirine, li Sûriyeyê pêk hatine. Lê digel vê rewşê ew kes li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan tên dadgehkirin û ew birine girtîgehên li Tirkiyeyê.
HRWyê derbarê desteserkirina 63 welatiyên Sûriyeyê de li ser hev 4 hezar û 700 rûpel dosyayên dozan bi dest xistiye û lêkolîna van dokumenan kiriye. Di van dokumanan de qeydîn neqilkirinê û jêpirsînê, îdianame û zabitnameyên polîsan û her weha raporên tibî hene ku ji parêzeran û Komîteya Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Kurdan ev dokuman dane HRWyê.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotiye ku dokumanên li ber dest “didin xuyakirin ku ew kes li Sûriyeyê hatine desteserkirin” û “Tirkiyeya ku li Bakurrojhilatê Sûriyeyê hêzeke dagirker e berpirsiyariyên xwe yên ji Peymana Cenêv a Çaran li bar bûye pêk nayne û wan binpê dike.”
“Tirkiye hêzeke dagirker e”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Tirkiye, li hin herêmên Bakurrojhilatê Sûriyeyê hêzeke dagirker e ku di Çiriya Pêşiyê ya 2019an de dagir kiribû. Lewma bêyî destûra hikûmeta Sûriyeyê ya li Şamê li herêmê xwedî kontroleke bibandor e.
“Xala 49an a Peymana Cenêvê ya Çaran dide xuyakirin ku “kesên tên parastin, nabe bi darê zorê ji xaka hatiye dagirkirin bibin xaka hêza dagirker an jî koçberiya şexsî an jî girseyî ya bi darê zarê nabe were ferzkirin û ev hatiye qedexekirin.” (TP/FD)