Fotograf: EPA, AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Artêşa Myanmarê aşkere kiriyu ku wan dest daniye ser rêveberiya welêt û heta salekê ew ê welêt bi rê ve bibin.
Partiya desthilat ji bo li dijî derbeyê serî hildin û destûrê nedin vegera dîktatoriya leşkerî, bang li gelî kiriye.
Myo Nyunt, Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratisay Netewî (NLD) ya desthilat gotiye ku Win Myint, Serokdewletê Myanmarê û Aung San Suu Çii, Serokê Desteya Dewletê û Wezîrê Karûbarên Navxweyî hatine desteserkirin.
Myo Nyunt, beriya ku were desteserkirin axiviye û gotiye, “Ez dixwazim gelê ku me bêyî bifikire bersivê nede û li gorî yasayan tevbigere.”
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Nepido, paytexta Myanmarê bi daxuyaniyekê, ji hemwelatiyên Tirkiyeyê xwestiye ku heke hewce nebe dernekevin ji derve û geştê nekin.
Li gorî nûçeya BBCyê li Nepido û bajarê Yangonê leşker daketine kolanan û li Nepidoyê xetên telefon û înternetê qut bûne.
Malbatên wezîrên 14 herêman aşkere kirine ku leşkeran wezîr li malên wan desteser kirine.
Artêşê daxuyaniyek daye
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Artêşa Myanmarê bi rêya desteya xwe ya ragihandinê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku êdî rêveberiya welêt di destê Serleşker Min Aung Hlaingî de ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, derbe ji ber wan hîleyan pêk hatiye ku li gorî îdîyê di dema hilbijartina 8ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de hatine kirin.
Piştî derbeyê artêşê li welêt rewşa awarte ragihandiye. (AS/FD)