Fotograf: ESP/Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê bi rêve dibe, di 14ê Kanûna Paşiyê de di serdegirtinên malan de 47 endamên Partiya Sosyalîstên Bindest(ESP) hatibûn desteserkirin. Îfadeyên wan yên li dozgeriyê bi dawî bûne. Dadgehê ji wan biryara girtina 5 kesan daye.
Dozgeriyê 20 kes bi daxwaza girtinê şandibû dadgehê û 27 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
Dadgehê biryara girtina Ezgî Bahçesî, Hevseroka Stenbolê ya ESPyê,Sitki Gungor, endamê meclîsê yê partiya HDPê, Kerîm Altinmakas,rêvebirê ESPyê, Denîz Bakir û Gulşah Polat, Pisporê Rexistinê yê Sendîkaya Lîmter-Îşê daye û her weha Pinar Gayip, nûçegîhana ETHAyê bi biryara hepsa malê serbest maye. Her weha çûn û hatina Gayîpê ya ji bo derveyê welat qedexe kiriye.
Navên kesên ku daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatine şandin ev in:
Parêzer Ozlem Gumuştaş, Levent Akhan, Pinar Turk, Deniz Bakir, Ezgi Bahçecî, endamê meclîsê yê partiya HDPê Sitki Gungor, Kerim Altinmakas, Atîlla Dalkiliç, Hakan Kafadar, Seyît Cem Çakmak, Ridvan Coşkun, Burak Yılmaz, Begum Ateş.
Kesên ku bi şertê kontrola edlî hatine berdan
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê kesên ku bi şertê kontrola edlî hatine berdan ev in:
Zîndan Dorudemir, Medîne Çam, Safa Ensar Albağlar, Tuncay Kiliç, Nazli Masatçi, Kamil Ağaoğlu, Mehmet Kuçuk Gunaydın, İsmail Ozer, Eda Can Demir, Yunus Kara, Ozan Özgenler, Nesrin Salduz, Engin Ateş, Nevzat Alkan, Emrah Alkan, Deniz Çanak, Deniz Dilli, Zeynel Sabaz, Kutay Soybil, Akgun Irgat, Cihan Taşkin, Efe Özcan, Guldem Hantaş, Mehmet Fatih Bilben, Rezzan Mîntaş, Erol Erol, Talat Bingol.(TP/AY)