Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) ji bo ku di çarçoveya amadekariyên merasima sondxwarinê ya serokê hilbijartî Joe Biden a di 20ê Kanûna Paşiyê de fonên federal bên bikaranîn, li Washington DCyê "rewşa awarte" ragihandiye.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hatiye destnîşankirin, Donald Trump, Serokê DYAyê "rewşa awarte" ragihandiye da ku hemû amadekariyên merasima sondxwarinê ya Biden a di 20ê Kanûna Paşiyê de bên kirin.
Hatiye diyarkirin, Trump di çarçoveya rewşa awarte de Ajansa Birêvabirina Rewşa Awarte a Federal (FEMA) a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî peywirdar kiriye ku hemû pêdawîstî bên pêkanîn.(TP/AY)