Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir ji bo biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê bere yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gotiye, “Her bi çi sedemê be bila bibe biryaka ku Dadgeha Mafên Mirovan daye, biryareke vala ye, ti wateya wê nîne.”
Soylûyî her weha di axavtina xwe de ji bo Demîrtaşî gotiye “terorîst” û biryara DMMEyê bi gotina “bê wate ye” şîrokve kiriye.
Erdoganî jî gotibû “terorîst”
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyeyê jî duh di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de axivî bû û wiha gotibû:
“Ev bi temamî gavên siyasî ne, hûn sedema vê dizanin. Heke em istisnayan deynin hêlekê jî, nakokî di navbera biryara derbarê Selahattîn Demîrtaşî de û biryara heman dadgehê ya derbarê Partiya Batasûnayê ya li Ispanyayê de heye.
“Kujerê Kobaniyê ev e. Kujerê 53 ciwanên me, sebiyên me yên li Diyarbekirê ev e. Ew e ku hişt birayên me yên kurd derkevin kolanan û paşê bibe sedema mirina birayên me. Ey DMME heke tu fam nekî jî, em ê di vegotinê de dewam bikin.” (AO/FD)