Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îsraîlê hukumeta koalîsyonê ji ber ku di mijara budçeya 2020î de li hev nekirine, biryara hilbijartina pêşwext hatiye dayîn.
Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û şirîkê wî yê koalîsyonê Benî Gantzê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji ber ku nikaribûn di dema diyarkirî de budçeya 2020î ji meclisê derbas bikin, wê li Îsraîlê careke din hilbijartina pêşwext bê kirin. Hukumeta Îsraîlê ji saet 17.00ê roja Sêşemê pê ve hilweşiya ye.
Divê budçeya salê îro ji bo pesendkirinê bihata pêşkêşkirin lê ji ber ev yek pêk nehatiye meclîs bi awayekî fermî hatiye betalkirin û pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye. Li wî welatî di nav 2 salan da ev cara çaremîn e hilbijartinên giştî tê kirin. Tê pêşbînî kirin ku wê hilbijartin di meha Adara 2021an de bê kirin û heta wê demê jî hikûmeta heyî ya di bin Serokwezîriya Netanyahu da wê li ser karê xwe be.
Hukumeta koalîsyonê ya Netanyahû û Gantz
Netanyahu û Gantz piştî hilbijartina ku di 2yê Adara 2020î da hatibû kirin ji bo qeyrana li welat çareser bikin biryara damezrandina hikûmeta koalîsyonê dabûn. Hikûmeta ku ji aliye du reqîban ve hatibû damezrandin di meha Gulanê de dest bi kar kiribû. Lê hikûmeta koalîsyonê ya ku Netanyahu û Gantzî damezrandine di mijara butçeya 2020î da li hev nekirine. Netanyahu xwestiye ku bila bi tenê budçeya sala 2020î derbas bibe lê Gantz jî xwestiye ku bila tevlî ya 2021ê derbas bibe. Li civîna ku di meha Tebaxê de hatibû kirin çi encam bidest nexistibûn û erêkirina budçeyê taloqî Kanûna Pêşiyê kiribûn.
Li gorî qanûnê heta 23ê Kanûna Pêşiyê ya 2020î divê butçeya salane ji Meclisê derbas bibe û heke ev yek pêk neyê ji mecbûrî hilbijartina pêşwext wê bê kirin.(PT/AY)