Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku dadgeheke Amedê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî, polîsan duh bi şev Leyla Guven, Hevserok KCDyê li Amedê desteser kiribûn, îro hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, duh piştî kontrola saxlemiyê, polîsan Guven biribûn Beşê Dijterorê yê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Derbarê Guvenê de biryara desteserkirina 24 saetan hebû.
Ajansa Anadoluyû nivîsandibû ku piştî biryara girtinê li ruyê wê were xwendin wê Guvenê bibin girtîgehê.
Guven destê sibehê birine edliyeyê û li vir biryara girtian wê hatiye xwendin. Piştî wê jî Guven şandine Girtîgeha Jinan a Amedê.
Ajansa Mezopotamyayê diyar kiriye ku dema Guvenê ji hevalên xwe yên li ber edliyeyê gotiye, "Pirsgirêk nîne. Gelekî bixebitin, ez ê zû vegerim."
“Ez ê di kirina siyasetê de berdewam bikim”
Guven duh dema ew desteser kiribûn, gotibû, “Heke min bixwesta ez baz bidim weyê nebihîsta. Ez naçim ti deran. Ez ê li vî welatî di kirina siyasete de dewam bikim. Çi li derve çi li hundir. Ji bo bikaribin biçin ser zaliman cesaret divê.
Dadgehê 22 sal û 3 meh ceza lê birî bû
9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber daxuyaniyên wê yên derbarê êrîşên li ser Efrînê û xebatên wê yên KCDyê, bi tohmeta ku “emdama rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven, Hevseroka KCDyê birîbû.
Dozgerê Komarî bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “li dijî qanûnan gel daye meşandin û civîn bi wan daye kirin”, “li dijî qanûnan derketiye û bê çek beşdarî çalakiyan bûye, digel hatiye hişyarkirin jî belav nebûye” xwestibû cezayê girtîgehê li Guvenê were birîn.
Piştî parêzeran paraznameyên xwe pêşkêş kiribûn, heyeta dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Guvenê birî bû û biryara girtina wê dabû. (TP/FD)