Fotograf: AM
Feleknas Ûca, Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya cejna gelê êzidiyan a pîroz Cejna Êzîyê li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistiye.
Ûcayê, diyar kiriye ku di dîrokê de gelê êzidî gelek caran rastî komkujiyan hatine û wiha axivîye: “Gelê êzidî li dijî hemû komkujî û fermanan serê xwe netewand. Serê xwe dan lê serê xwe netewandin. Bi destê DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de fermana 74an pêk hat. Bi hezaran mirov mecbûr man ku ji Şengalê koç bikin. DAIŞê gelek jin û zarok dîl girtin. Hêj jî aqûbeta 2 hezar û 800 jinan ne diyar e. Li Mûsilê jinên êzidî li bazaran firotin. Gelek jinên êzidî ji bo ku teslîmî DAÎŞê nebin xwe kuştin. Bi dehan kal, zarok û jin dema ji DAIŞê reviyan Çiyayê Şengalê ji tîna mirin.”
‘Gelê êzidî bi fermaneke nû re rûbirû ne’
Ûcayê, daye zanîn ku gelê êzidî piştî komkujiyê ji bo ku jiyana xwe careke din saz bike, xwe biparêze xwe birêxistin û wiha gotiye: “Gelê êzidî li Şengalê rêveberiya xwe ava kir. Lê îro dixwazin careke din fermanekê bi ser gelê Şengalê de bînin. Li pêş çavên dinyayê dixwazin gelê Şengalê bi fermana 75emîn re rûbirû bimîne. Li derveyî vîna gelê Şengalê di navbera rêveberiya Bexda û Hewlêrê de peymanek hat îmzekirin. Hûn çi ji gelê êzidî dixwazin? Gelê êzidî yê ku nifûsa wî ji 2 milyonan kêmtir e çima dibe hedefa hemû hêzan?
Ûcayê, destnîşan kiriye ku bila her kes baş zanibe ku gelê Êzidî çawan kû li hemberî 74 Fermanan serê xwe ne tewand, wê ji vir û şûnde jî, netewîne. Ne peymana di navbera Hewler-Bexdayê û ne jî Fermana 74an wê karin bîr û bawerî û berxwedana û têkoşîna gelê Êzidî asteng bikin.
Derbarê Cejna Êzî de
Li gorî salnameya kurdî (Rojhilat), rojiya di rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê yên destpêka meha Kanûnê de tê girtin, Piştî rojîya Cejna Êzî tê pîrozkirin. Navê Cejna Êzî ya din jî weke "Cejna Hebûnê" jî tê zanîn.(AY)
*Çavkanî: AM