Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Artêşa Netewî ya Libyayê, ya General Xelîfe Hafter serkêşiya wê dike û rojhilatê Libyayê di bin kontrola wan de ye, aşkere kirine ku li Bendera Mîsratayê dest danîne ser keştiyeke Tirkiyeyê. Li gorî vê daxuyaniyê, ala Jamaikayê bi keştiyê ve daliqandî bûye.
Li gorî rûçeya Reutersê, Ahmed el-Mismarî, Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê gotiye ku keştiya kargoyê ya bazirganiyê li nêzîkî Bendera Dernayê ya Mabroukayê hatiye sekinandin. Mismariyî diyar kiriye ku di keştiyê de 9 jê welatiyên Tirkiyeyê 17 kes hebûn û wan hîna konteyner kontrol nekirine.
Heta niha Tirkiyeyê ti daxuyaniyek nedaye. Keştî birine Bendera Ras el-Hîlalê.
Ajansa Anadoluyê di nûçeya xwe de gotiye ku xwediyê keştiyê hemwelatiyê Tirkiyeyê ye û barê wê derman in. (AS/FD)