Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta Karên Derve aşkere kiriye ku wan biryarnameya Desteya Giştî a Parlamentoya Ewropayê ya derbarê Tirkiyeyê û Bakûrê Qibrisê de, “bi temamî red kirine.”
Duh Parlamentoya Ewropayê bang li Konseya Ewropayê kiriye û gotiye, divê li dijî çalakiyên Tirkiyeyê hevgirtî biminîn û cezayê bidin Tirkiyeyê.
Parlamentoya Ewropayê bi biryarnameyeke xwestiye ku ji bo çareserkirina pirsa Qibrisê danûstandin li ser bingeha federasyona du civakî dîsa destpê bikin û herwiha Yekîtiya Ewropayê cezê li dijî Tirkiyeyê bixe di warê cîbicîkirinê de.
Hamî Aksoyî di daxuyaniyê derbarê biryarnameyê de gotiye: “Em biryarnameya derbarê welatê me û Komara Tirkiyê ya Bakurê Qibrisê ya di komcivîna giştî ya Parlamentoya Ewropayê de hatiye qebûlkirin ku ne biryareke girêdayî ye, bi temamî red dikin.”
Aksoyî diyar kiriye ku ew helwesta Parlamentoya Ewropayê ti sûdeke neda hewldanên bo çareserkirina pirsa Qibrisê û herwha li dijî berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê ye û gotiye Tirkiye li ser hewldanên xwe yên ji bo çareseriya pirsan berdewam e.(AS/AY)