Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Desteya Birêvebirinê ya Navendî ya Partiya Dad û Geşepêdanê duh di civîna xwe de biryar daye ku Mehmet Îhsan Arslan, parlamentere bere yê Amedê bişîne Desteya Dîsiplînê ya Navendî.
Ajansa Anadolûyê aşkere kiriye ku Desteyê bi yekdengî ev biryar daye.
Polîtîkayên AKPê rexne kiribû
Mehmet Îhsan Arslan 17ê Mijdarê di hevpeyvînekê de ji Ece Goksedef, nûçegihana BBC Tirkiyê re behsa politikaya AKPyê ya derbarê pirsgirêka Kurdan, politikaya Sûriyeyê û sîstema Serokomariyê axivîbû û rexne kiribû.
Lêpirsînname ji bo Galîp Ensarîoglûyî hatiye amadekirin
Dozgeriyê derbarê Galîp Ensarîoglû, parlamenterê AKPyê yê berê de lêpirsînname amade kiriye.
Dozgeriyê ji ber ku Ensarîoglû di sala 2015an de li Amedê beşdarî merasima sersaxiya endamekî YPGyê bûye, lêpirsînname amade kiriye. (EKN/FD)