Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ji ber ku tevlî “Meşa Demokrasîyê” bûne fezleke hatiye amadekirin. Meşa Demokrasiyê di çarçoveya “Bernameya Tekoşîna Demokratîk” de ji Colemêrgê û Stenbolê berbi Enqereyê ve hatibû destpêkirin.
Li gorî nûçeya Dîren Yurtsever ya li Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku tevlî meşe bûne û bi daxwaza parêzbendiya wan rabin derbarê Alîcan Onlu, Parlamenterê Dersîmê û Habîp Eksîk. Parlamenterê Îdirê yê HDPê de fezleke hatiye amadekirin û şandine parlamentoyê.
Ji bo herdu parlamenterên HDPê li gorî “Qanûna bi hejmar 2911 ya Meşên Xwepêşandan û Civînan” fezleke hatiye amadekirin. Di fezlekeye de hatiye gotin herdu parlamenteran mixalifî ji vê qanûnê re kirine.(EMK/AY)