Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di hilbijartina giştî ya Zelandaya Nû de partiya Jacinda Ardernê bi ser ketibû û Ardernê hikûmet ava kiribû. Hilbijartin di 17ê Çiriya Pêşiyê de pêk hatibû ku du partiyên sereke yên serokên wan jin ketibûn pêşbirkê.
Li gor nûçeya BBCyê nîvê Parlamentoya nû jin in. Rêjeya LGBTI+yan ji sedî 11 e. Rêjeya nûneriya gelen Maorî û Pasifîkê ji serjimarên wan zêdetir e. Di Lijneya Wezîran de 20 wezîr hene ku 8 ji wan jin in. Dîsa ji 5 wezîr jî ji Maoriyan hatine hilbijartin.
Grant Robertson, Alîkara Serokwezîrî li Zelandaya Nû bûye yekem siyasetmedara hevzayend. Nanaia Mahuta bi deqa “moko kauae”yê balê dikişine, weke nûnera Maoriyan bûye yekem Wezîra Karûbarên Derve.
Li seranserê cîhanê 194 parlamenterên hevzayend hene
Li gorî daneyên Andrew Reynolds, akademîsyenê Zanîngeha Princentona DYAyê, li seranserê cîhanê li parlamentoyên 42 welatan 194 parlamenteran nasnameya xwe ya hevzayend aşkere kirine.
Li gorî van daneyan hejmara parlamenterên hevzayend herî zêde li Zelandaya Nû ye. Beriya niha bi rêjeya ji sedî 8ê Mîrektiya Yekgirtî di rêza yekem de bû.
Saziya Îstatîstîkê di sala 2018an de li Zelandaya Nû lêkolînek kiriye. Ji bo vê lêkolînê li 12 hezar malan bi kesên gihiştî re axivîne. Ji sedî 3,5ên van kesan gotine ew gey, lezbiyen, bîseksiul an jî xwediyê nasnameyeke din in.
Lê lêkolîner dibêjin ku di hevdîtinên rûbirû de dibe ev rêje bilindtir be. (EMK/FD)