Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ermenistanê xwepêşander, ji ber peyman bi Azerbeycanê re li ser nakokîya Qerebaxê îmze kiriye, daxwaza îstîfayê ji Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê dikin.
Di bin zexta partiyên muxalîf de, tê çaverêkirin ku parlamentoya Ermenistanê civîneke awarte û bilez li ser pêşeroja siyasî ya Pasînyanî pêk bîne.
Li gorî peymana bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye îmzekirin, Azerbaycan herêmên ku desteser kirî ye wê di destê xwe de bigire.
Tirkîyeyê jî duhî eşkere kiriye ku wan jî bi Rusyayê re li ser ‘’Hêzên hevpar ên Aştîyê’’ ji bo temaşekirina rewşa peymana lihevkirinê peymanek İmze kirine.
Piştî 6 hefteyên borî yên pevçûnê, Azerbaycan ne tenê deverên dorpêçandî paşde li xwe vegerandiye, di heman demê de bi rêya peymanê bajarê sereke Şuşa jî bidest xistiye.
Dirûşmên ‘’Here Nikol’’ bilind dibin
Li Meydana Azadîyê ya li paytexta Ermenistanê, bi hezaran xwepêşander pejirandina peymana aşitiyê ya bi Azerbaycan re ji hêla Paşînyanî ve hatî îmzekirin şermezar kirine û dirûşmên "Nîkol xayîn e" û "Nîkol, here" bilind kirine. Xwepêşanderan qanûna leşkerî ya ku mitîng qedexe dikirin paşguh kirine.
Bang li serokwezîr hate kirin ku heta nîvê şevê (21:00 GMT) îstifa bike.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ermenistanê de hatine weşandin, zêdeyî 100 kes ji xwepêşanderan hatine binçavkirin û piştre hatine berdan.
Paşê bi sedan xwepêşander çûne meclîsê, di rûniştineka lezgîn de xwestine ku ji bo Serokwezîr xwe ji kar vekişîne were tepisandin.
"Wê wendahîyên me bêtir bibûna’’
Paşînyanê ku berê jî bi rêya Facebookê axivîbû, israr kiriye û gotiye, heger ew razî nebûya ku pevçûnê rawestîne, dê wendahiyên wan hîn zêdetir jî bibûna.
Serokwezîrî gotiye ku wî biryarek "bi êş" bi pejirandina peymanê daye, piştî "analîzeka kûr a rewşa leşkerî" sê deverên tenişta Qerebaxê (Aghdam, Laçîn û Kelbecer) radestî Azerbeycanê kirine.
Rola Rûsyayê di meseleya Qerebaxê de
Di navbera Rûsya û Ermenistanê de lihevkirineke leşkeri heye û baregeheka wê yî leşkeri li Ermenistanê ye. Di dema pevçûnê de bi navgîniya vê baregehê tu êrîş li hemberî Azerbeycanê çênebûne. Her weha têkiliyên Rusyayê yên bi Azerbaycanê re jî hene. Rûsya çekan difroşe her du welatan.
Tirkiye di dema pevçûnê de bi eşkere piştgirî daye Azerbaycanê û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî gotibû ku ji bo agirbestê bişopînin wê "li beşa rizgarkirî ya Azerbaycanê", navendeka kontrola Tirkî-Rûsî were avakirin. (PT/VU/FD)