Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ekrem İmamoglu, Şaredarê Bajarê Mêzin ê Stenbolê (ÎBB), diyar kiriye ku vê hefteyê 4 xalên girîng ên di derbarê erdhejê de li meclîsa şaredarîyê hatine pêşkêşkirin. İmamogluyî girîngiya avakirina desteya erdhejê dubare aniye ziman û wiha gotiye: ‘’Partî, şaredarî yan wezareta vî karî tune ye.”
İmamoğluyê ku di derbarê pêşnîyaran de agahî dane wiha axiviye:
"Yek jê, ew pêşniyara ku me bi rêzdar Wezîrê Hawirdorê re par ve kir, ji bo bê nîqaşkirin û bibe pêşniyar, me xwest Meclîs beşdar bibe. Ya din ew e ku li gor plana avakirinê ya heta îro tê meşandin, plana careke din veguherîna avahiyên bidestûr li tevahiya Stenbolê were belavkirin. Mijareke din jî, veguherîna navberên banan bi modelekê yan jî veguherîna navberên banên heyî bi beşeke serbixwe ye.”
İmamoğluyê ku daxwaza xwe ya avakirina desteya erdhejê derxistiye pêş wiha jî gotiye: ‘’Heger hûn sistemeka ku gel di nava xwe de dihewîne ava nekin, hûn wêrekîyê nedine wan em ne dikarin Stenbolê biguherînin ne jî Tirkîyeyê.’’
İmamoğlu wiha berdewam kiriye:
‘’Wê gavê em ê civakeka di nava malan de di nava sînoran de ava bikin; Ji ber vê yekê, divê em hemî gavên ku vê pêvajoyê bike pêvajoyeka girseyî, seferberî û biryarkirî, bavêjin. Di vî karî de partî, şaredarî û wezaret tune ye. Hemû yek in. Ji ber vê yekê, em dixwazin desteyeke erdhejê bê avakirin.’’ (AO/VU/FD)