Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Berat Albayrakî dest ji kar kişand, Lutfî Elvan weke wezîrê nû yê Xezîne û Darayiyê hatiye tayînkirin.
Bi Biryarnameya Serokomarî tayînkirina Elvanî hate ragihandin û ev biryar di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Berat Albayrakê di heman demê de zavayê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomarê Tirkiyeyê ye du roj bere li ser hesabê xwe yê Instagramê aşkere kiribû ku wî dest ji wezîfeya xwe berdaye.
Destjikarkişandina Albayrakî duh bi şev hatibû erêkirin. Serokakiya Ragihandinê ya Serokomarî duh daxuyaniyek weşandiye û gotiye “Di encama nirxandina Serokomarî de daxwaza efûkirinê ya ji karî ya Berat Albayrak, Wezîrê Xezîne û Darayiyê hatiye qebûlkirin.” (EKN/FD)