Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê aşkere kiriye ku Azerbeycan û Ermenistanê ji bo agirbesta mirovî li hev kirine. Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye gotin ku Stephen Biegun, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê di 24ê Çiriya Pêşiyê de li gel Ceyhûn Bayramov, Wezîrê Karûbarên Derve yê Azerbeycanê û Zohrab Mnatsakanyan, Wezîrê Karûbarên Derve yê Ermenistanê civiyaye.
Di hevdîtinê de her du welatan gotine ew “ew li ser soza xwe ne û bi agirbesta mirovî ya di 10ê Çiriya Pêşîyê de li Moskowê ve girêdayî ne”.
Li gor vê rewşê agirbesta mirovî ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê 26ê Çiriya Pêşiyê saet ji 08.00ê dest pê kiriye. (TP/FD)