Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) û namzetê seroktiyê û Joe Biden, namzetê Partiya Demokrat roja pêncşemê wê cara dawî nîqaşên hilbijartinê bikin. Di beşekî nîqaşan de wê mikrofona bigirin bê dengiyê.
Biryara girtina mîkrofonan Komîsyona Nîqaşên Serokatiyê girtiye.
Di dîroka hilbijartinên DYAyê de cara yekeme tedbîrên weha ji bo namzetan tê pêkanîn. Biryara tedbira girtina mikrofonan li piştî nîqaşên destpêkê yê weşana zindî hatiye girtin.
Namzetên serokatiyê yê DYAyê di nîqaşên xwe yên destpêkê yê weşana zindî de ji hev re heqaret kiribûn û gotinên hev birîbûn. Vê carê dema namzetek bi axive wê namzetê din mikrofona xwe bigire.
Hilbijartinên DYAyê wê di 3ê Çiriya Paşiyê de pêk were.(PT)