Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivîye. Di civîna koma HDPê de, pankartên “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ên bi kurdî û tirkî bi salonê ve hatine kirin. Parlamenterên jin ên HDPê jî, rûpoşên xemrî yên li ser “Peymana Stenbolê pêk bînin” nivîsandibû dane ber rûyên xwe.
Bûldanê di civînê de bal kişandiye ser 8emîn salvegera avakirina HDPê û diyar kiriye ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan modela herî girînge û wiha axivîye: “HDPê di demekê ku qezencên jinan dihat xespkirin û polîtîkayên dijminantiya li dijî jinan zêde dibû de, xwe weke partiya jinan ragihand”
Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê
Bûldanê, asta têkoşîna jinan bibîrxistiye û wiha rêz kiriye: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin. Em di her qadê de pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Li dijî zayindperestiyê, HDP û siyaseta wê veguherî rengê jinê. Di hemû hilbijartinên welat de, di partiya me de jin bûn parlamenter û hevşaredar. Li tevahiya cîhanê, yekemîn car me di Parlamentoyê de, Koma Jinan ava kir. Vaye îro ev koma parlamentoyê, civîna koma jinên azad li dar dixe. Em jî di vê çarcoveyê de avakirina xwe silav dikin.”
Tirsa wan a herî mezin têkoşîna jinê ye
Bûldanê, daye zanîn ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê têkoşîna jinê ye û wiha bilêv kiriye: “Ji ber vê tifaqa zilam a AKP û MHPê bi taybetî êrîşê têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan dike. Bi pêkanînên xwe yên xespkar, armanc dikin ku pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev holê rabikin. Pergala hevserokatiyê di encama têkoşîna jinan de hatiye qezenckirin. Bi vê pergalê jin beşdarî pêvajoya siyasî û polîtîk dibin. Ji ber vê hevşaredarên me binçavkirin, ji peywirê girtin û kirin girtîgehan. Lê em baş dizanîn ku hevserokatî ne sûce. Mafê nûnertiya wekhev a jinê tu carî ne sûce. Yên ku dixwazin vê yekê ji holê rakin, bixwe sûc dikin. Operasyonên wan ên bêmaf û bêhiqûq sûcin. Em dixwazin bînin bîra kesên dixwazin hevserokatiyê rakin; Bi vê yekê hûn di heman demê de, îdîanmeyên xwe û dosyayên xwe yên sûc amade dikin. Bi rastî jî hûnê li hemberî edaletê hesab bidin jinan. Teqez emê van rojan bibînin. Em li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya îtîrazê mezintir bikin. Teqez emê hesap ji dagirkeran bipirsin. Çawan ku me dest ji jiyanê berneda, emê wisan jî dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Emê vî welatî, teslîmê yek serokatiyê nekin.”
Rizgarî bi hêz û biryardariya jinê ve girêdayî ye
Bûldanê, banga “em bibin yek” li hemû jinan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Hêza guhertine û cesareta tê xwestin, bêguman li gel me heye. Hêza derbaskirina siyaseta zilam, li gel me jinane. Çi dema ku em jin li dijî vê tifaqa zilam a faşîst bibin yek, wê demê dê jiyan qezenc bike, azadî pêk bê, paşeroj wê qezenc bike û hemû welat dê qezenc bike. Rizgarî bi hêz û biryardariya jinê ve girêdayî ye. Çi dibe bila bibe, teqez em ê vê yekê bi ser bixin û em necarin bi ser bikevin.” (EMK/AY)