Ji bo nûçeya tirkî / ..2 bitikîne
Sevtap Akdag Karahanli, Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê, Spor, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî qedexekirina lîstika şanoya kurdî “Bêrû” daxuyaniyek daye û bertek nîşanî qedexekirina lîstika şanoyê bi kurdî daye.
Akdagê diyar kiriye ku ji ber lîstik bi kurdî bûye hatiye qedexekirin û wiha gotiye: “Teatra Jiyana Nû demeke dirêj e mohra xwe datîne binê gelek karên serkeftî. Ew rûmeta şanoya kurd e. Kaxizên kesên ku ji bilî qedexeyê bi tiştekî nizanin mohra xwe danîne binî, wê nikaribin pêşî li şano û zimanê kurdî bigirin.”
Nikarin kurdî şanoya kurdî qedexe bikin
Akdagê weha pêde çûye:
“Ne kurdî ne jî şanoya kurdî bi destûra qeymeqaman hene; her malek hêlîna kurdî ye, li her devera ku sê dar û perdeyek heye, ew der warê şanoya kurdî ye. Rûrenişiya qedexekirina şanoyê û zimanekî di vê sedsalê de dê para desthilatdariya zordar be. Divê biryara qedexeyê demildest bê rakirin. Nikarin kurdî û şanoya kurdî qedexe bikin.”
İmamoglû: Em ê paşde gav nevêjin
Ekrem İmamoglû, Şaredarê Stenbolê derbarê qedexekirina lîstika şanoya kurdî “Bêrû”yê de bertek nişan daye û gotiye, “Qedexe nayê qebûlkirin. Lîstikeke kurdî wê welatiyên me yên kurd biçûna lê temaşe bikira. Aqlê dewletê nikare hincetên nederbasdar û erzan hilberîne. Neçarin ku li gorî hiqûqê û qanûnan tevbigerin. Dema vana dibînim gelek xemgîn dibim û aciz dibim.”
Derbarê daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya “wê propagandaya rêxistina terorê bê kirin” de jî Îmamoglû, destnîşan kiriye ku perdeya dawîn herî pêkenok a hincetan e û weha gotiye: “Heman lîstik di sala 2014an de li Şanoya Dewletê hatiye leyîstin. Ev lîstik bi kurdî ji aliyê heman komê ve herî kêm 20-30 caran hatiye leyîstin. 3-4 salên dilîzin. Niha bi kurdî tê leyîstin. Çi ferq heye? Ji ber vê yekê gelek şaş e, pênasekirineke xerab hatiye kirin. Wê biçe darazê. Bila biçe. Em ê bibînin wê li darazê çi bibe? Em ê paşde gav nevêjin.”(AÖ/EMK/AY)