* Fotograf: Mustafa Murat Kaynak - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de axiviye.
Bahçeliyî derbarê operasyona li ser HDPyê de wiha gotiye:
“Lêpirsîna derbarê bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê digehêje kê bila bigihêje lê divê heta dawiyê biçe. Divê cezayê herî giran bidin wan nemerdên cidaxwaz kul i 35 bajarên me, li 68 navçeyên me gel daxistin kolanan û bûn sedema mirina 53 kesan.
“Demîrtaşê terorîst berpirsê sereke yên van bûyeran e.”
“Ji ber vê dibêjim ku divê TTB were girtin”
Devlet Bahçeliyî derbarê Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) de jî axiviye û wiha gotiye:
“Kesên dixwazin şik û gumanê di daneyên wezareta tenduristiyê de çêbikin li gor nêrîna me koroya buxtanker in.
“Pirsgirêka me bi komeke dijminê Tirkiyeyê re ye ku di nava desteya navendî ya Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) de xwe kom kirine. Hesabê me bi komeke biçûk re ye ku pesnê terorîstan didin. Ez dibêjin divê TTB bila bê girtin. Bila ti kes ti maneyeke din nedin vî tiştî.” (AS/FD)