Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Qersê di saetên sibê de polîsan bi ser malên rêvebirên şaredariyê û Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) de girtine.
Dozgeriya Qersê lêpirsînek daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser mala Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê û Cengîz Anli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP) yê Qersê de jî girtine.
Hatiye diyarkirin derbarê 19 kesî de biryara zeftkirinê heye. Piştî bi ser malan de girtine, Alaca û Anlî jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê HDPyî bi îdaya “endamên rêxistinê” ne hatine desteserkirin û birine Rêvebiriya Emnîyetê ya Qersê.
Navên kesên hatine desteserkirin weha ne:
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Hevserokê HDPê yê Bajêr Cengîz Anli, Alîkara Hevserokên Şaredariyê Mûazzez Çagritekîncî, Fahrettin Kaya, Kaya Naki, Suat Bayhan, Hamit Taşdelen, Reis Baykiz, Zorba Başkurtlu, Bulent Agbaba, Şengul Erkmen û rojnameger Sevda Manduz.
Bîlgenî ragihandibû, ew ê îstifa bike
Ayhan Bîlgen, Hevşaredarê Qersê jî di 25ê Îlonê de hatibû desteserkirin.
Ayhan Bîlgen, Hevşaredarê Qersê yê HDPê di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê”de a ku Serdozgeriya Komarî a Enqereyê birêve di bir de hatibû desteserkirin. Bîlgenî bi rê ya parêzerên xwe aşkere kiribû û gotibû, “Heta dema desteserkirina min biqede û heke qeyûm nehatibe tayînkirin ez ê dest ji wezîfeya serokatiya şaredariyê berdim”(TP/AY/FD)