Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Edebiyatnasan li dijî operasyonên li ser siyasetmedaran daxuyaniyeke nivîskî weşandine. Daxuyanî bi navê “banga ji bo demokrasî û edaletê” hatiye amadekirin.
Oya Baydar, Mûrathan Mûngan, Zulfu Lîvanelî, Asli Tohûmcû, Irmak Zîlelî, Fîgen Şakaci û hin nivîskarên din piştgirî dane daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Em di rojên zehmet de diborin. Li hêlekê nexweşî, li hêla din jî pirsgirêkên ekonomîk û polîtîk ên welatê me yên her roj kûrtir dibin roja me û siberoja me tarî dikin. Em di demeke wiha de dijîn ku rojnameger, hiqûqnas, xebatkarên tenduristiyê, akademisyen, siyasetmedar tenê ji ber muxalifên desthilatdariyê ne tên çewisandin û tên vedekerkirin. Ji nîvê zêdetir ên civakê yên li dijî pergala çewisandinê weke welatî nayên hesibandin. Ev ne bes e îca pirsgirêkên bi welatên cîran re derdikevin weke amûra siyaseta navxweşî tê afirandin û bikaranîn.
“Ne protestoyên li dijî êrîşên li ser Kobaniyê, ne xebatên polîtîk ên pirsgirêka kurdan weke bingeh dibînin ne jî îfadekirina ramanê sûc e. Demokrasî ji xwe re wekheviyê û azadiya xweîfadekirinê bingeh digire.
“Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê politikaya zextan a wê welêt bi salan bixe nava tariyê berde. Em bang li muxalefetê dikin kul i dijî vê bêhiqûqiyê li dora demokrasiyê mil bidin hev.
Hemû rewşenbîr û siyasetmedarên bi neheqî avêtine girtîgehan divê demildest azad bibin. Digel ewqas tarîtiyê em edebiyatnas ji bo siberojê bêhêvî nabin. Ji bo azadî û demokrasiye em xwedî li îro û siberoja welatê xwe derdikevin.”
Kesên îmze avêtine binê metna heyî ev in:
Abdullah Ataşçı, Ahmet Güneş, Akif Kurtuluş, Altay Öktem, Aslı Tohumcu, Ayşen Şahin, Ayşegül Devecioğlu, Barış Bıçakçı, Bora Abdo, Burhan Sönmez, Ceren Gündoğan, Cuma Boynukara, Deniz Durukan, Doğuş Sarpkaya, Ethem Baran, Figen Öcal, Figen Şakacı, Gaye Boralıoğlu, Gün Zileli, Hakkı Zariç, Halide Yıldırım, Hatice Meryem, Hasan Özkılıç, Hasan Öztoprak, Hayri K.Yetik, Hüseyin Bul, Hüseyin Şahin, Irmak Zileli, İlhami Algör, Mahmut Temizyürek, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Mustafa Yelkenli, Nalan Çelik, Namık Kuyumcu, Neslihan Önderoğlu, Niyazi Zorlu, Nurhan Suerdem, Nükhet Eren, Orhan Alkaya, Oya Baydar, Ömer Faruk, Ömer Türkeş, Pelin Buzluk, Pınar Öğünç, Roni Margulies, Semih Gümüş, Sevim Korkmaz, Sultan Gülsün, Şebnem İşigüzel, Şehmus Ay, Şükrü Erbaş, Tarık Günersel, Tekgül Arı, Ümit Kıvanç, Ümit Yaşar Işıkhan, Vecdi Erbay, Zeynep Oral ve Zülfü Livaneli.
(AO/FD)