Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) ji xwe re kiriye armanc. TTByê ji bo baldariya derbarê nexweşiya Covid-19ê zêdetir bike û tedbîr bêhtir werin standin biryar dabû k udi navbera 14 û 19ê Îlonê de di bin navê #YönetemiyorsunuzTükeniyoruz (Hûn nikarin birêve bibin, em ji navê diçin) de çalakiyan li dar bixe.
Devlet Bahçeliyî gotiye bila TTB were girtin û ji bo rêveberên wê biryarên edlî werin standin.
Bahçeliyî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Rêxistina îxaneyê ya bi navê Yekîtiya Doktoran a Tirkan qaşo bi hinceta ku balê bikişîne ser zêdebûna nexweşiyê, mirovên me yên dimirin û xebatkarên me yên tenduristiyê wê li hemû saziyên tenduristiyê qordeleya reş daliqîne! Ev hewldan komployeke bijehr û zivarî ye.
“Banga min ev e: Yekîtiya Doktoran a Tirkan di vê dema hesas a îro de, derbarê tenduristiya mirovan û civakê de şik û gumanên bêbinyad belav dike. Ji ber vê sedemê divê demildest ve Yekîtiya Doktoran a tenê di navê wê de Tirk heye were girtin. Divê ji bo rêveberên wê biryarên edlî werin dayîn.” (EKN/FD)