Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Têkildarî êrişa li dijî Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê û Cîgirê Serokê Giştî ê Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TÎP) sê gumanbar hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di çarçoveya lêkolînên ku Rêvebiriya Emnîyeta Kadikoyê bi rê ve dibin de kesekî gumanbar desteser kirine û birine Rêvebiriya Emnîyeta Kadikoyê.
Hatiye aşkere kirin, lêpirsîna derbarê bûyerê de didome û sê gumanbarên hatine desteserkirin dê sibê bişînin edliye yê.
Çi bûbû?
Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê TÎPê di saetên pêş êrişkirinê de mesajên telefonê yê Mûsa Orhanê ku li Êlihê tecawizî Îpek Era 18 salî kiribû û bibû sedema xwekuştina wê belav kiribû. Mûsa Orhan, bi sûcê "êrişa zayendî" hatibû girtin û piştre tehlîye bûbû.
Atayî, Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi peyama xwe ve etîket kiribû û gotibû, "Te rêze tecawizkarek parast. Ji bo ku tu qet ji bîr neke emê hewl bidin, heta emre te hebe di her firsendê de têxin bîra te."
Soylûyî jî bersiva peyama Atayî dabû û gotibû, " Tu bi fermana rêvebirên PKKê yên tecawizkar bû parlamenterê HDPê, tu bermayê DHKP-Cê û PKKê ye. Ji min nayê ez bibim 'parastvanê tecawizkar' lê ji te tê tu bibe tecawizkar... Parastvanê Tûmayê, hay ji xwe hebe neye girtin..."
Piştî vê peyama Soylûyî, Komeke pênc kesî di saet 01:30ê şevê de li Kadikoyê dema Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TÎP) û hevalên xwe li mekanek derdikevin, dibêjin "xayînê welat" û erişî Atay dikin.
Bariş Atayî li Nexweşxaneya Nûmûneya Haydarpaşayê bi gumana travma û şikestina parsûyên wî girtibûn tedawîyê.(EKN/AY/FD)