Ebrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Ebrû Gunayê, bal kişandiye ser geşedan û rageşiya li Rojhilatê Derya Spî û wiha gotiye:
"Ev nîşan dide ku qeyran hem li derve û hem li hundir neye. Li aliyekî li hundir qeyrana rêveberiyê, qeyrana aborî heye. Li aliyê din desthilatdara Tirkiyeyê, li her aliyî Tirkiye dixe nava şer. Desthilatdarê, Tirkiye li Libya, Suriye, Iraqê xist nava eniya şer. Tirkiye dixin nava lîstikek pir bi talûke. Geşedanên ku niha li Rojhilatê Behra Spî pêş dikevin, nîşan dide ku koalîsyona AKP-MHPyê desthilatdara şer, rant û talanê ye. Desthilatdariya AKPyê û sermayedarên AKPlê li ser vê ranta şer xwe xwedî dikin. Li Sûriye, Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistanê bi salan e li ser dijminantiya kurdan şer dikin."
Gunayê, daye zanin ku di demên dawî de li herêma Ege û Behra Spî rageşiyek heye û wiha axivî: “Banga AKPyê ya diyalog û diplomasiyê, an nîşana niyetek xerab e, an jî bandora şovenizmê ye. AKP û rêxistinên DAÎŞ, El Nusra, Tevgera İxvanê bi hevre tevdigerin. Bi komên bi pere û militaristre tevdigerin. Ev rêxistin bi temamî hevkarên AKPyê yên koalisyona herêmê ne. Dostên desthilata AKP-MHPyê hêzên tarî ne. Piştre bêyî şerm wekî hêzên mîllî pênase dikin."
"Her kes dizane ku AKP-MHPyê Tirkiye xistiye çi halî"
Gunay, destnîşan kiriye ku wekî HDPyê dê her tim li dijî talankirin, wêrankirin, rant û şer, têbikoşina aştî, demokrasî û edaletê pêş bixin û wiha lê zêde kiriye:
“Her kes rastiya desthilata AKP-MHPyê zane. Her kes dizane ku AKP-MHP'ê Tirkiye xistiye çi halî. Êdî siyaseta şer jî wan rizgar nake. Derdê me ewe ku em şer, kuştin, mirin, êş, xizanî û betaliyê bi dawî bikin. Xwe wekî çakûş, hemû kesî jî wekî bizmar dizanin. Hêviya gel ji vê koalîsyonê tune ye."
'Em bi hev re jiyanek azad û wekhev ava bikin'
Gunayê bang li hêzên li dijî şer jî kiriye û wiha berdewam kiriye:
"Em bang li kesên ku şer naxwazin, xizanî, xwînê û betaliyê naxwazin dikin. Em bang li hemû mirovên li ser vê axê dijîn dikin. Werin em hemû bi hevre li dijî polîtîkayên şer dawestin. Ji bo aştî, demokrasi û azadiyê çi hewce be em bikin. Em bi hev re jiyanek azad û wekhev ava bikin. Ne şer, aştî. Ne bê edaletî, edalet. Ne bêdengî derketina kolanan. Ne koletî azadî. Em bi hevre jiyanek hevpar ava bikin em dikarin bi ser bikevin."
"Misqala wîcdan bi wan re tune ye"
Ebrû Gunayê, êrîşa SÎHAyê ya Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ku li dijî Iraqê pêk aniye jî şermezar kiriye û wiha dirêjî daye axaftina xwe:
"Hemû welatên ereb ev êrîş şermezar kirin. Tirkiye hişyar kirin. Em bi mehan diyar dikin ku ev operasyon ne çareserî ne. Em nişan didin ku operasyon ne çareserî ne. Li hundir û derve şerek heye. Ev şerê li derve û hundir aboriya Tirkiye xistiye halek pir xerab. Bi milyonan mirovên me birçî û betal in. Lê Wezîrê Xezînê û Maliyê radibe dibêje ‘Ma meaşê we bi dolaran tê dayîn? Ma deynê we yê dolar hene? Çi karê we û dolaran bi hev heye?' û gel tawanbar dike. Qerfê xwe bi milyonan mirovên birçî dike. Misqala wîcdan bi wan re tune ye. AKP hem welat xist bin deynê dolaran hem jî qerfê xwe bi gel dike.
"Rêya çareseriyê diyalog û dîplomasî ye"
Ebrû Gunayê, bal kişandiye le ser pirsgirêka kurdan û wiha lê zêde kiriye: "Yek ji sedema ku welat li ser sinar e neçareseriya kêşeya Kurd e. 40 salin Kurdan bi Kurdan dide şerkirin û kuştin. Êdî dawiya vê polîtîkayê tune ye. Di rojên dawî de kêşeya Kurd dîsa tê rojevê. Êdî pêdivî bi çareseriyê heye. Tenê rêyek heye. Ew jî diyalog û muzakere ye. Dîplomasî ye. Ew jî bi muxatabê wê çareser dibe. Muxatab diyar e. Yên îdea dikin ku pirsgirêka Kurd çareser bikin divê bi muxataban re rûnên. Em banga xwe ya her tim dubare dikin. Em amade ne ku ji bo çareseriyê hemû berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Ji bo ziman, nasname, çand û azadiya Kurdan çi difikirin. Amade ne ku dest ji înkar, îmha û şer berdin. Rêya çareseriyê diyalog û dîplomasî ye. Divê vê rastiyê qebûl bikin.
"Ji bo çareseriyê divê xwe berpirsiyar bibînin"
"* Divê ji bo çareseriyê meclîs rola xwe bilîze. Divê li ser esasê maf û azadiyan perspektifa çareseriyê pêş bixe.
* Heta niha ji bo çareseriyê gelek gav hatin avêtin. Divê şaşiyên ku rê li pêş van girtinan girtine bibînin û dubare nekin. Divê heyeta çavdêriyê ku ji hemû beşên civakê pêk tên ava bikin.
* Divê hemû hêzên li pêş çareseriyê dibin asteng dînin aliyekî û wan teşîr bikin.
* Divê hemû hêzên li ser esasê demokrasiyê tev digerin bibin yek. Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek û vîna xwe dînin holê.
* Divê dawî li polîtîkayên darbe yên bi qeyûmê vînê xesp dikin bînin.
Em wekî HDPlê ji bo çareseriyê amade ne ku bibin xwedî înisiyatif û rolê bidin ser xwe.
"Em ê li 7 navendan zincîra mirovan a herî mezin ava bikin"
Berdevka HDHlê, herî dawî bernameya Têkoşîna Demokratik jî parve kiriye û axavtina xwe wiha bi dawî kiriye:
“Em wekî HDPyê dê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê ya li dijî îqtîdara AKPyê berdewam bikin. Li gorî vê yekê Têkoşîna me ya Demokrasiyê ji 3 pêngavan pêk tê. Em di 19'ê Tebaxê de li dijî xespa Qeyûm bi şîara ‘Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê pêş bixin' dê li Mêrdîn û Stenbolê dest bi çalakiyan dikin. Fînala rêzeçalakiyên me jî dê di 1'ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê de li 7 navendan bidome. Em ê li 7 navendan zincîra mirovan a herî mezin ava bikin. Li Stenbol, Amed, Riha, Edene, Wan, Îzmir, Enqere û Antalyayê dê Zincîra Aştiyê ava bikin. Em parazvanên “Li dijî şer aştî" dê kom bibin. Polîtîkaşên şer êdî canê me tevan diêşîne. Werin em hemû bi hevre li dijî vê polîtîkaya îqtîdarê ya şer rawestin." (FD)
*Çavkanî: JinNews