Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) piştî nimêja înê li ber mizgeftê bersiv daye pirsên rojnamegeran. Erdoganî di axavtina xwe de behsa Peymana Îbrahîmî kiriye ku Îsraîl û Mîrektiya Yekgirtî ya Erebî îmze kirine.
Erdoganî di beşeke axavtina xwe de gotiye ku “Pêşketineke din heye” û wihe gotiye:
“Ew jî bi taybet Îsraîl e. Ew gavên Îsraîl çi bi Misrê re çi bi Yewnanistanê re û ji aliyekê jî derbarê rêveberiya Filistînê tavêje nayê daqurtandin. Niha Filistîn konsolxaneya xwe digire yan jî bi şûn de dikişîne.
“Heman tiştî em jî dikarin bikin. Min ferman da Wezîrê Karûbarên Derve.
“Dibe em hin gavan bavêjin. Yan em ê têkiliyên dîplomatîk yên li gel rêveberiya Abû Dabiyê bidin sekinandin an jî dibe em serkonsolosê xwe bi şûn de bikişînin. Lewre em li gel gele Filistînê ne. Me nehişt zordarî li Filistînê were û em ê nehêlin.”
Rojhilatê Behra Spî: Emê bêbersiv nehêlin
"(Li Rojhilatê Behra Sipî) Em nikarin tu êrîşeke biçûk ya dijî keştiyên me yên sivîl bêbersiv bihêlin."
"Heta 23yê mehê Oruç Reîsê xebatên xwe wê bidomîne."
"Em mirî û zindiyên birayên xwe bi tenê nahêlin. Çi lazim dike jî ku dema wê were em ê bikin."
"Him hevkariya bi Îsraîlê ra û him jî hevkariya di navbera Misir û Yewnanistanê da, gavên dijî Filistînê bi tu awayî nayên qebûlkirin."
"Bi sîlahan gule berî goristanên hevnetewên me yên Trakyaya Rojava dan. Ev qet sinyalên erênî nînin."
"Hema hema tu kesên ku beşdarî Konferansa Berlînê bûn li gor şert û hewcedariyên konferansê hereket nekirin û guh nadinê." (PT/FD)