Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDPê yên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misircê û Vartînîsê kiriye, li Navenda Giştî ya HDPê civîna çapemeniyê pêkaniye. Sancar bertek nîşanî tayînkirina qeyûman daye û wiha gotiye: “Qeyûm xespa vîna gel e. Dîsa xespa ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li hemû kedkar, kesên xizan ê ked û xwarina wan tê xespkirin dikim, kesên xwedî rûmet û rêxistinên kedê dikim. Li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk bilind bikin. Derketina li dijî qeyûman, derketina li dijî şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûm redkirina şer û qepsa ked, vînê ye. Redkirina qizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye."
Bixwîne - Li 5 şaredariyên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin
Ev desthilatdar darbekar û dijminê demokrasiye ye
Sancarî, aniye ziman ku ev deshilatdar rejîma darbeyan e û wiha lê zêde kiriye: " Ev desthilatdar berhemê derbeyan e. Îqtîdara darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurt têk bibe. Dê ji niha û şûnde jî nikaribe têk bibe. Em serî û çongê natewînin. Em têk naçin. Em ê bi biryarê têkoşîna xwe bilind bikin."
Gelê Kurd ji zextan natirse
Sancarî, destnîşan kiriye ku îqtîdar dijminê gel û tenduristiya gel e û wiha berdewam kiriye: "Ji destpêka tayînkirina qeyûman heta niha em cemaweriyê hişyar dikin. Eger hûn tenê wekî pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd bibînin, hûnê xwe bixapînin. Ji ber vê yekê em bi hevre li dijî xespkirina şaredariyan dengê xwe bilind bikin. Ger ku roja ewil me bi hevre li dijî vê neheqî û xezpê dengê xwe bilind kiribuya wisa nedibû. Em rastî dîmenek wisa nedihatin. Em li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune dihesibîne û dijminantiya Kurdan dikin li ser piyan in. Em bi biryarin hemû çalakiyên demokratîk pêk bînin. Tayînkirina qeyûman dê têkoşîna me bêtir zêde bike. Hemû cîhan dizane ku HDP li dijî zext û tundiyê serî natewîne. Gelê Kurd ji zextan natirse. Werin em bi hevre li dijî van zext û tundiyê rawestin."
Sancar, diyar kir ku îqtîdar bi reya qeyûm ji bêrîka gel û malên gel mal, xwarin û keda xizanan qezp dike û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûm xezpa vînê ye. Xezpa qût û zexîrê xizanan e. Divê hemû kesên dixwazin ked, qût û nirxên xwe biparêzin bibin yek û li dijî vê xezpê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî vê yekê derkevin."
Her weha Rêxistina HDPyê ya Stenbolê jî derbarê teyînkirina qeyûman de daxuyanî daye. Zuleyha Gulum, Parlamentera HDPê a Stenbolê jî beşdarî daxuyaniyê bûye. (EMK/AY/FD)