Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêşnûmeqanûna Derbarê Guhertinên Di Hin Qanûnan De û Qanûnên Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Cezayan De li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin.
Piştî nîqaşên li Civata Giştî pêvajoya dengdanê pêk hatiye. 330 parlamenter beşdarî dengdanê bûne. 51 parlamenteran gotiye “na”, 279 parlamenteran jî gotiye “erê” û di encamê de pêşnûmeqanûn hatiye qebûlkirin.
Qanûn piştî erêkirina Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê wê di Rojnameya Fermî de were weşandin. Paşê jî wê têkeve meriyetê de.
Li gorî vê rewşê nêzîkî 90 hezar girtî wê bikaribin ji girtîgehan derkevin. Digel hemû hewldanên partiyên mixaletê siyasetmedar û rojnamegerên girtî û kesên ji ber aşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine girtin tevlî van guhertinan nekirin.
Bi vê pêşnûmeqanûnê re di 11 qanûnên cida de 70 xal hatin guhertin. (TP/FD)