Ji bo nûçeya tirkî / ingilizi bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar, li Stenbolê derbarê mijarên di rojevê de ji rojnamegeran re axivî ye. Hin xalên ku di axavtina Erdoganî de derketine pêş ev in:
"Hin xebatên ku rêxistina partiya me dikin hene. Vegera welatiyên me yên derketine ji derveyî Stenbolê, ji bo vê hilbijartinê gelekî girîng e. Lewre em li bendê ne ku bajariyên me yên Stenbolî, vê wezîveya xwe ya demokratîk pêk bînin.
"Bi taybetî niha, hevalên me yên parlamenter, hevalên me yên ji derveyî Stenbolê, di cejnê de û niha bi awayekî xurt li wan bajaran e. Ji bo ev cure hemû welatiyên me ji wan cihan vegerin Stenbolê bi wan re di têkiliyê de ne.
"Ez wisa bawer dikim ku hilbijêrên me wê di asteke bilind de li ser sindoqan wezîfeya xwe bi cî bînin.
"Gelekî girîng e ku milyon û 700 hezar hilbijêrên neçûne ser sindoqan bibin ser sindoqan û vê hejmarê kêm bikin". (EMK/FD)
* Fotograf: Ajansa Anadoluyê