Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku Eren Erdem dest bi greva birçîbûnê kiriye Rêveberiya Girtîgeha Sîlîvriyê, derbarê wî de lêpirsînname amade kiriye. Eren Erdem, parlamenterê berê yê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) bû.
Bariş Yarkadaş, parlamenterê berê yê Partiya Komarî ya Gelî(CHP)ye derbarê mijarê de zanyarî li ser hesabê xwe yê twîtterê belavkirî û gotiye:
“Girtîgeha Sîlîvriyê derbarê Eren Erdem de ji ber greva birçîbûnê destpêkiriye lêpirsîn vekiriye. Di teblîgata ku girtîgehê daye Erdem de hatiye gotin, di encama lêpirsînê de wê cezayê bidin, ku Erdem nikaribe tevlî bernameyan di navbera 1-3 mehan de pêktê bibe. Bê edaletî sûc nîne, lê ji bo edaletê ji birçîbûnê re bedena xwe razîne sûc e!”
Eren Erdem, di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2019an de gotibû “darizandina di FETOyê de min bê rûmet dike” û dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Parlamenterê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Sezgîn Tanrikûlû, li Girtîgeha Sîlîvriyê serdana Erdem kiriye û gotibû, Erdem bi tenê ava bi lîmon û pir kêm bi xoyê dixwe.
Çi bûbû?
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem hatibû desteserkirin. Dadgehekê biryar dabû ku derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wî qedexe ye.
Parlamenterê CHPyê Eren Erdem li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku ew hatiye desteserkirin. “Ez niha têm desteserkirin. Sedema wê nizanim. Li ber mala xwe ji hêla polîsan ve têm desteserkirin. Bila haya raya giştî jê hebe”.
35em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ew îdianame ya derbarê Eren Erdemî de qebûl kiribû ku tê de tê îdiakirin alîkarî bi cemaeta Fethullah Gulenê kiriye û 22 sal cezayê girtîgehê jê re hatibû xwestin.
(EKN/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye