Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterê HDPyê yê Amedê Îmam Taşçier û yê Dêrsimê Alîcan Onluyî de fezleke amade kiriye.
Serdozgeriyê ev axavtinên ku parlamenteran kirine weke sûc qebûl kiriye:
* Axavtina Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê ya beriya hilbijartina giştî di 21ê Hezîrana 2018ê de li mitînga Sêrtê kiriye.
* Axavtina Ozturkî ya 21ê Adara 2018ê di dema bernameya pîrozbahiyên Newrozê de li Agiriyê kiriye.
* Parvekirinên li ser medyaya civakî yên Taşçierî di 24ê Gulana 2018ê de kiriye û axavtina wî ya 8 û 9ê Îlona 2018ê li Amedê kiriye.
* Axavtina Onluyî ya 21ê Adara 2018ê di dema bernameya pîrozbahiyên Newrozê de li Dêrsimê kiriye.
Serdozgeriyê ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin fezleke şandine ber destê Wezareta Edaletê da ku ew jî bide Parlamentoyê. (EMK/FD)