Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDpyê li avahiya partiya xwe ya li Amedê, bi 5 partiyên Kurdan re civiya ku 2yê Gulanê avakirina “Rêkevtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” aşkere kiribûn.
Bûldanê piştî hevdîtina bi rayedarên Platforma Demokratên Kurdistanê (KDP), Tevgera Azadî, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T) re axivî û got ku daxwazên ji pênc partiyan anîne ziman, ew daxwaz in ku bi dahatûya gelê Kurd re eleqedar in.
“Daxwazên heyetê ew daxwaz in ku em jî qebûl dikin”
Bûldanê diyar kir, ji bo Kurdan gelekî bi wate ye ku ev rêkevtin mezintir bibe û wiha got: “Beriya hilbijartina 24ê Hezîranê ew rêkevtina Kurdan a wê bê avakirin, ji bo dahatûya Kurdan gelekî bi wate ye, gelekî girîng e. Ew daxwazên ku heyetî pêşkêşî me kirine em jî wan qebûl dikin. Daxwazên ku bi dahatûya Kurdan re têkildar in. Ez dixwazim bibêjim ku em girîngiyê didin van daxwazan û di demeke herî kurt de em ê bersivê bidin. Ji bo Kurdan gelekî bi wate ye ku ev rêkevtin mezintir bibe. Em ê di demên pêş de hevdîtinên bi vî awayî berdewam bikin. Ji bo ku ev rêkevtin mezintir bibe çi ji destê me tê em ê bikin”. (ŞA/FD)