Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mûharrem Înce ji bo hilbijartina Seroomariyê ya 24ê Hezîranê weke namzetê Partiya Gel a Komarî (CHP) hat aşkerekirin.
Îro li Enqereyê, li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliyî civînek hate li dar xistin û di vê civînê de Kemal Kiliçdaroglû Serokê Giştî yê CHPyê aşkere kir ku Înce namzetê wan e.
Beriya civînê koma Meclîsê ya CHPyê kom bû û bi îmzeya 110 parlamenterên CHPyî Înce weke namzet hatiye hilbijartin.
Mûharrem Înceyî beriye civînê daxuyaniyek da û got: “Wê piştî gavekê Serokê Giştî bi rengekî fermî aşkere bike. Her tişt wê baştir bibe”.
Di civîna li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliyî de pêşiyê Kiliçdaroglû axivî û paşê bangî Înceyî kir û aşkere kir ku ew namzetê wan e.
Mûharrem Înce rozeta partiya xwe ji ber xwe kir û got, “Ez ê nebim alîgir”. Kiliçdaroglûyî rozeta bi alaya Tirkiyeyê bi Înceyî vekir.
Derbarê Mûharrem Înceyî de
Parlamenterê Yalovayê yê CHPyê yê serdema 23yê û Wekîlê Serokê Komê yê CHPyê.
4ê Adarê sala 1964ê li gundê Elmalikê yê Yalovayê ji dayik bûye. Beşa Mamostetiya Fîzîk-Kîmyayê ya Fakulteya Perwerdeyê ya bi navê Necatîbeyê li Zanîngeha Ûlûdagê qedandiye. Li lîseyan weke mamosteyê kîmyayê û midûrê dibistanan kar kiriye. Li dersxaneyan ders dane. Berdevkê çapemeniyê yê Yalovasporê bûye.
2002, 2007 û 2011ê di hilbijartinên giştî de weke parlamenterê Yalovayê ji CHPyê hatiye hilbijartin.
Pirtûka wî ya bi navê “Kerem bike Birêz Înce” sala 2012ê hatiye weşandin. (AS/FD)