Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Kedkarên Gel (HEP) di 7ê Hezîrana 1990an de hat damezirandin. Di 17 salan de 10 partiyên di riya HEPê de bi navên cuda hatin avakirin.
10 ji wan partiyan Partiya Kedkarên Gel (HEP) Partiya Azadî û Wekheviyê (OZEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Pariya Demokrasiya Gel (HADEP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi biryara dadgehê ve hat girtin. Dema derbarê Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) de doza girtinê dewam dikir, partî xwe bi xwe betal kir. Hemû siyasetmedarên ku bûne serokê giştî yên van partiyan hatine zindankirin û demek be jî di girtîgehan de mane.
Partiya Gelê Kedkar / 1990-1993
Piştî ku di 12yê Îlona 1980yê de derbe hat kirin, Partiya Sosyal Demokrat a Gelparêz(SHP) bû yek ji cihên sîysetmedarên kurd. Di sala 1987ê de sîyasetmedarên girîngîyê didin meseleya kurdan ji lîsteya SHPyê çûn di parlamentoyê de. Lê ji ber meseleya kurdan ew kesn ji SHPyê cida bûn.
Parlamenterê Meletîyê, Îbrahîm Aksoyî di Sibata 1989ê de li Komîsyona Hevpar a Tirkiye û Ewropayê de got li Tirkiyeyê meseleya kurdan heye. Ji ber vê yekê SHPyê ew ji partiyê derêxist.
Di 14-15ê Çiriya Paşiyê ya 1989ê de Weqfa France-Libertés û Enstîtûya Kurdan Konferansa Kurdan pêk anî. Digel Aksoyî parlamenterên Ahmet Türk, Mahmut Alınak, Adnan Ekmen, Mehmet Ali Eren, Salih Sümer, İsmail Hakkı Önal û Kenan Sönmez jî beşdarî konferansê bûn.
Birêvebiriya SHPyê, di 17ê Çiriya Paşiyê ya 1989ê de biryar da ku wan parlamenteran sûcekê li dijî partiyê kiriye û beşdarî kiriyareka parçekirina welatî bûne. Partîyê ji ber wê 7 parlamenterên beşdarî konferansê bûyîn ji endametiya partiyê avêtin. 12 parlamenterên SHPyî ji bo protestokirina vê rewşê ji partiyê îstifa kirin.
Partiya Kedê ya Gelî(HEP) di 7ê Hezîrana 1990ê de hat avakirin. 19 parlamenter ji SHPyê hatin derêxistin, 11 ji wan bûn avakerên HEPê. Fehmî Işiklar bû yekem serokê HEPê.
Di hilbijartina pêşwext a di 20ê Çiriya Pêşiyê ya 1991ê de, HEP û SHP ji yek lîsteyê ketin di hilbijartinê de. Ji lîsteya SHPyê 88 parlamenter çûn di parlamentoyê de, 22 ji wan ji HEPê bûn. Di hevpeymaniya HEP-SHPyê de yekem krîz di dema sondxwarinê de çêbû. Leyla Zanayê di sonda xwe de bi Zimanê Kurdî got: “ Ez vê sondê ji bo biratiya Kurd û Tirkan dixwim.”
Li gor hejmarên fermî di pîrozbahîyên Newrozê de, 21ê Adara 1992yê de, 57 kes mirin. Bi vê yekê HEP û SHP ketin bedena hev. Ji bilî Fehmî Işiklar, Adnan Ekmen û Salih Sûmerî parlamenterên HEPî dest ji SHPyê berdan, 18 parlamenter bi navê HEPê di parlamentoyê de man. Di sala 1991ê de Fehmî Işiklar li ser lîsteya SHPyê bû parlamenter û ji HEPê îstifa kir. Ferîdûn Yazar bû serokê HEPê. Di 19ê Îlona 1992yê de Ahmet Turk bû serokê HEPê.
Dadgeha Qanûna Bingehîn, di 14ê Tîrmeha 1993yê de, li gor xalên 68. û 69. ên maddeya 2820. a Yasaya Partiyên Siyasî bi sûcên “kiriyarên bi mexseda cidakirina dewlet û xelkê wê yêku bi hev ve ne û parçe nabin” û “kirina kiriyarên ne li gor yasayan” HEP girt.
Fehmî Işiklar
Di 1941ê de li Rihayê hatiye dinê. Li gelek fabrîqeyan wek teknîsyen xebitiye. Dema derbeya 12ê îlonê hatî kirin ew serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger(DISK) bû. Di wê demê de hat desteserkirin û ji sê mehan zêde desteserkirî ma. Gelek doz li wî hatin kirin.
Di sala 1987ê de ji SHPyê bû parlamenterê Bûrsayê. Di sala 1990ê de bû serokê HEPê. Di sala 1991ê de dest ji HEPê berda û ji SHPyê bû parlamenterê Amedê. Di sala 1992yê de beşdarî koma ji SHPyê îstifa kirîn nebû û li SHPyê ma. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn dema HEP girt ji ber ku ew serokê wê yê berê bû, di 17ê Kanûna Pêşiyê parlamenteriya wî hat betalkirin.
Ferîdûn Yazar
Di sala 1994ê de li Rihayê jidayik bûye. Parêzerî kiriye. Piştî muxtiraya 12ê Adara 1971ê bi îdiaya ku endamê Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) ye hat girtin. Sala 1974ê bi Efûya Giştî re hat berdan. Di Partiya Gel a Komarî (CHP) de xebatên xwe yên siyasetê berdewam kir û sala 1977ê de weke şaredarê Rihayê hat hilbijartin. Di dema Derbeya 12ê Îlonê de ji wezîfeyê hat dûrxistin, hat girtin û du salan di girtîgehê de ma. Piştî ku derket di SHPê de karê siyasetê berdewam kir.
Di sala 1988ê de bû Serokê SHP yê rêxistina Rihayê. Ji ber ku SHPê di sala 1989ê de parlamenter ixrac kirin, Yazar ev rewş protesto kir û ji SHPê veqetiya. Di sala 1991ê de bû Serokê Giştî yê HEPê û qasî salekî weke serokê giştî kar kir.
Di sala 1998ê de ji ber benda 8ê ya Yaseya Têkoşîna Dijterorê (TMK) ya kevn a ku sûcê “propagandeya li dijî hevgirtina dewletê” birêkûpêk dike ket girtîgehê. Di 1ê Mijdara 2015an de ji HDPê bû namzetê parlamenteriyê yê Rihayê, lê nehat hilbijartin. Di 12ê Hezîrana 2016an de çû ber dilovaniya xwe.
Ahmet Turk
Di 1942ê de li Mêrdînê ji dayik bû. Di salên 1970yî de dest bi siyasetê kir. Sala 1973ê de ji Partiya Demokrat (DP) weke parlamenterê Mêrdînê hat hilbijartin. Piştî salekê derbasî Partiya Gel a Komarî (CHP) bû. Di sala 1977ê de ji CHPê bû parlamenterê Mêrdînê.
Di Derbeya 12ê Îlonê de di dema parlamenteriya xwe de hat girtin. 3 salan li Girtîgeha Amedê ma. Di sala 1978ê de vê carê ji SHPê bû parlamenterê Mêrdînê. Di nava wan parlamenteran de bû ku di sala 1989ê de ji SHPê hatin avêtin.
Di hilbijartina sala 1991ê de ji hevalbendiya HEP-SHPê bû parlamenterê Mêrdînê. Di sala 1992ê de bi HEPiyan re ji SHPê veqediya û heman salê bû Serokê Giştî yê HEPê.
Piştî ku HEP hat girtin derbasê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû. Di nava wan parlamenterên DEPê de bû ku di sala 1992ê de parêzbendiyên wan hatin rakirin. Careke din hat girtin. Ji Benda 168ê ya ku endamtiya rêxistina dijyaseyî ya Yaseya Ceza ya Tirk (TCK) ya kevn hat darizandin û du salan di girtîgehê de ma.
Di navbera salên 2005-2009an de weke Hevserokê Giştî yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) wezîfe kir. Di 22ê Tîrmeha 2007an û 12ê Hezîrana 2011an de du caran weke parlamenterê Mêrdînê hat hilbijartin.
Piştî ku 11ê Berfanbara 2009ê de DTP hat girtin ji bo wî qedexeya siyasetê ya 5 salan hat standin û mafê wî yê parlamenteriyê ji destê wî hat girtin. Di hilbijartina herêmî ya 30ê Adara 2014an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û qezenc kir.
Di 17ê Mijdara 2016an de ji hêla Wezareta Navxweyî ve ji kar wezîfeyê hat standin, di 24ê Mijdara 2016an de hat girtin û di 3yê Sibata 2017an de hat berdan. Bi sûcên muxalefeta li Dijî Yaseya Meşan Xwenîşandanan û Civînan a hejmar 2911, kirina propagandeya rêxistina dijyaseyî (TMK 7), endamtiya rêxistina dijyaseyî (TCK 314/2) tê sûcdarkirin û di dozê de 18 sal cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin.
Di Doza Esasî ya KCKê ya li Amedê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê stand ku di 28ê Adara 2017an de biryar derbarê vê dozê de hat dayin.
Partiya Azadî û Wekheviyê / 1992
Li ser ihtimala girtina HEPê di 25ê Hezîrana 1992ê de hat avakirin. Mahmut Alinak weke serokê Giştî hat hilbijartin. Lê piştî avakirina wê bi demeke kurt bi îdiaya ku “xerakirinê ya neparçebûna gel û welat a bi dewletê re dike armanc” bi hinceta Benda 69ê ya Destûra Bingehîn derbarê Partiya Azadî û Wekheviyê (OZEP) de doza girtinê hat vekirin.
Li ser vê rewşê OZEP piştî avakirinê ib 13 rojan xwe fesix kir.
Mahmut Alinak
Di 1952yan de li Qersê jidayik bû. Bi nasnameya xwe ya siyasetmedar, parêzer û nivîskariyê ve hat naskirin. Di sala 1987ê de weke Parlamenterê SHPê yê Qersê hat hilbijartin. Di nava wan kesên ku di sala 1989ê de ji SHPê hatin ixrackirin de cî girt.
Di sala 1991ê de ji di encama hevalbendiya HEP-SHPê weke parlamenterê Şirnexê hat hilbijartin. Di nava wan parlamenterên DEPê de bû ku di sala 1994ê de parêzbendiyên wan hat rakirin. Ji ber Benda 168ê ya TCKê ya kevn hat darizandin û di girtîgehê de ma.
Di 8ê Berfanbara 2011an de di operasyona KCKê de hat girtin, di 18ê Tîrmeha 2012an de hat berdan. Ji benda 314/2 ya TCKê ve tê darizandin.
Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) / 1992-1993
Êdî her kêliyê xeteriya girtina HEPê hebû û ji ber vê OZDEP di 19ê Cotmeha 1992an de weke partiya duyem hat damezirandin. Serokê Giştî yê yekem Mevlut Ilik bû. Lêbelê derbarê OZDEPÊ de bi hinceta berdewamiya HEPê ye û hewl dide yekîtiya dewletê perçe bike ve doza girtinê lê hat vekirin.
OZDEPê di 30ê Nîsana 1993an de xwe bi xwe betal kir. Lêbelê her çiqas partiyê xwe fesh kiribe jî, Dadgeha Makeqanûnê di 23ê Mijdara 1993an de derbarê OZDEPê de biryara girtinê da.
Partiya Demokrasiyê (DEP) / 1993-1994
DEP weke berdewamiya HEPê di 7ê Gulana 1993an de hat damezirandin. Cara yekem Yaşar Kaya bû serokê gişti yê partiyê. Kaya wezîfeya xwe di 12ê Kanûna 1993an de teslîmê Hatip Dicle kir.
Parlementerê Mêrdînê yê DEPê Mehmet Sîncar di 4ê Îlona 1993an de hat qetilkirin. Navenda Giştî yê DEPê û 8 avahiyên partiyê di 18ê Sibata 1994an de hatin bombekirin.
Di 2ê Adara 1994an de li meclisê parêzbendiya 13 parlementerên DEPê hatin rakirin û ew parlementerana bi darê zorê ji hêla polîsan ve li meclisê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.
Dadgeha Makeqanûnê di 16ê Hezîrana 1994an de biryar da û DEP hate girtin.
Yaşar Kaya
Di sala 1938an de li Qersê hatiye dinê. Siyasetmedar, nivîskar û îktîsatger e. Di sala 1959an de ji doza 49iyan, di 1963an de jî doza 23iyan de hat girtin. Dema xwediyê Ozgur Gundemê bû, wî kirin serokê giştiyê DEPê.
Di 16ê Îlona 1993an de hat girtin. Ji berweşana rojnameya Ozgur Gundemê derbarê wî de gelek doz hatin vekirin. Di sala 1994an de ji Tirkiyeyê derket û 2014an de vegeriya welat. Di 9ê Adara 2016an de wefat kir.
Hatip Dicle
Di sala 1954an de li Amedê hatiye dinê. Endezyarê înşîatê ye. Di hilbijartinên 1991an de ku SHP-HEP bûbûn yek de ji Amedê weke parlementer hat bijartin. Di sala 1992an de bi hevalên xwe ve derbasî HEPê bû, Piştî girtina partiyê di sala 1993an de derbasî DEPê bû. Dema Serokê Giştî yê DEPê bû, ligel 12 hevalên xwe ve hat girtin. Li gel Leyla Zana, Orhan Dogan, Selim Sadak ve ew jî mehkûm bû.
Piştî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara cezayê li wan hatiye dayîn betal kir. Li ser vê yekê piştî 10 salan ew û 3 hevalên wî ji zindanê derketin.
Di partiyên heman siyasete dimeşînin de xebatên xwe domandin. Di sala 2011an de ji Amedê weke parlementer hat bijartin, lêbelê YSKyê ji ber derbarê wî de ceza heye, parlementeriya wî betal kir.
Di çarçoveya doza KCKê de di 24ê Kanûna 2009an de hat girtin û piştî girtina 5 salan di 29Ê Hezîrana 2014an de serbest hat berdan. Di doza KCKê de biryara giştî hat dayîn û li Hatîp Dicle jî 9 sal cezayê girtinê hat dayîn.
Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) / 1994-2003
Di 11ê Gulana 1994an de hat damezirandin. Serokê Giştî yê yekem Mîrat Bozlak e. Wezîfeya xwe di 8ê Îlona 1999an de teslîmê Ahmet Turan dike lê, di sala 2000an de careke din dibe serokê giştî yê partiyê.
HADEP di nav partiyên beriya wî de hatibûn acakirin de cara yekem di siyasete de ev qas dirêj ma û bi serê xwe tevli hilbijartinê bû. HADEPê di hilbijartinên 24ê Kanûna 1995an de %4,67ê dengan girt lê, ji ber benda %10an derbas nebû, nekete parlementoyê.
Di hilbijartinên 1999an de HADEPê di hilbijartinên giştî û herêmî de dengê zêdetir kir û herçiqas neketibe meclisê jî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tê de 37 şaredariyan girt destê xwe.
Yên bi serê HEP û DEPê de anîbûn, bi serê HADEPê de jî anîn. Di 2. Kongreya partiyê de ji ber ala tirk anîn xarê, Serokê Giştî yê HADEPê Mûrat Bozlak jî tê de 50 endamên meclisa pariyê hatin binçavkirin û Mûrat Bozlak jî tê de gelek kes hatin girtin.
Bi taybetî di sala 1998an de bi ser Navenda Giştî ya HADEPê û gelek avahiyên partiyê serdegirtina polîsan pêk dihatin. Di 29ê Çileya 1999an de derbarê HADEPê de doza girtinê hat vekirin.
Dadgeha Makeqanûnê di 13ê Adara 2003an de weke hincetên ji bo partiyên hatine girtin, derbarê HADEPê de jî biryara girtinê da.
Mûrat Bozlak
Di sala 1952an de li Enqereyê hatiye dinê. Siyasetmedar û parêzer e. Di SHP, HEP û DEPê de cih girt û 5 salan bû Serokê Giştî yê HADEPê. Di sala 4ê Sibata 1994an de dema Sekreterê Giştî yê DEPê bû li dijî wî êrişa çekdarî pêk hat û bi giranî birîndar bû.
Piştî kongreya ku ala tirk hat xarê, hat binçavkirin. Li gel gelek endamên partiyê ve di 4ê Tîrmeha 1996an de hat girtin.
Bi heman hincetan ve di sakên 1998an û 2000an de gelek caran hat zindankirin. Bi temamî 3 salan girtî ma û piştî di sala 2003an de HADEP hat girtin, derbarê wî de biryar hat dayîn ku heta 5 salan siyasetkirin lê qedexe ye. Di sala 2011an de weke namzetê serbixwe ji Edeneyê bû parlementer û li meclisê di koma BDPê de cih girt.
Di 4ê Çileya 2015an de wefat kir.
Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) / 1997- 2007
Ji ber xeteriya girtina HADEPê di 24ê Cotmeha 1997an de hat damezirandin. Yekemîn Serokê Giştî yê DEHAPê Veysî Aydin e.
Piitî Dadgeha Bilind di 9ê Gulana 1998an de endamtiya Aydin betal kir, dewsa wî de Mehmet Abbasoglu bû serokê giştiyê partiyê. Di 8ê Hezîrana 2003an de jî Tûncer Bakirhan bû serokê giştî.
DEHAP piştî 2002an bi awayekî aktif di siyasete de cih girt. Di 3ê Mijdara 2002an de DEHAP weke “Bloka Ked, Aştî û Demokrasiyê” ket hilbijartinê û %6,22ê dengan girt. Lêbelê ji ber benda meclisê ti parlementer dernexist.
Piştî girtina HADEPê 35 şaredar jî derbasî DEHAPê bûn. DEHAPê di hilbijartinên 28ê Adara 2004an de hejmaramşaredariyên xwe derxiste 54an. Di 19ê Mijdara 2005an de DEHAPê xwe bi xwe betal kir.
Dadgeha Bilind di sala 2003an de bi hinceta “bêyî rêxistina xwe temam bike tevli hilbijartinê bûye ve” derbarê DEHAPê de doza girtinê vekir.
Di dozê de hat xwestin ku DEHAP bi temamî were girtin. Her çiqa patî xwe bi xwe fesih kiribe jî doz heta sala 2007an dewam kir.
Mehmet Abbasoglu
Di sala 1955an de li Amedê hatiye dinê, Serbazê emekdar e. Dema Serokê Giştî yê DEHAPê bû, bi hinceta sextekariya ewraqan kiriye ve, hat dadkirin û 1,11 sal ceza lê hat dayîn.
Piştî girtina nêzî 2 salan tehliye bû û di DTPê de xebatên xwe yên siyasî domandin. Di 14ê Nîsana 2009an de ji doza KCKê hat girtin. Di 12ê Nîsana 2014an de serbest hat berdan.
Dema doza derbarê wî de dewam dikir, di 5ê Hezîrana 2015an de wefat kir.
Tûncer Bakirhan
Di sala 1970an de li Qersê hatiye dinê. Ji ciwantiya xwe şûnde, di HEPê de dest bi siyasetmedariyê kiriye. Ji DEHAPê bû namzetê şaredariyê û parlementeriyê lê, nehat bijartin.
Di 17ê Çileya 2012an de ji doza KCKê ve hat girtin. Bakirhan di 30ê Nîsana 2013an de tehliye bû.
Di hilbijartinên 2014an de ji DBPê bû namzetê hevşaredarê Sêrtê û qezenc kir. Di 16ê Mijdara 2016an de hat girtin û rojek şûnde wezîfeya wî ji destê wî hat hilanîn û qayûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin.
Partiya Azad / 2003-2007
Ji ber xeteriya girtina DEHAPê ve di 6ê Hezîrana 2003an de di seoktiya Ahmet Turan Demir ve hat damezirandin.
Ti faliyeteke siyasî pêk neanî û di 26ê Hezîrana 2007an de xwe bi xwe betal kir.
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) / 2005-2009
Li ser xeteriya girtina DEHAPê, bi îdiaya siyaseta berfireh ve di 9ê Mijdara 2005an de bi hevserokatiya Aysel Tugluk û Ahmet Turk ve hat damezirandin. Di 8ê Mijdara 2007an de Nûrettîn Demirtaş bû serokê giştî yê partiyê. Piştî betalkirina seroktiya Demirtaş, dewsa wî de Emîne Ayna bû serok û di 4ê Cotmeha 2009an de Ahmet Turk careke din bû serokê giştî yê partiyê.
DTP bi namzetên serbixwe ve tevli hilbijartinên 2007an bû û 21 parlementerên wan di meclisê de cih girtin. Bi vî awayî 13 sal piştî DEPê, partiyeke xwedî heman helwestê di meclisê de hat temsîlkirin. DTPê di hilbijartinên 2009an de serkeftinek mezin pêk anî 99 şaredariyan qezenc kir.
Dadgeha Bilind di 16ê Mijdara 2007an de derbarê DTPê de doza girtinê vekir. Dadgeha Makeqanûnê di 11ê Kanûna 2009an de derbatê DTPê de biryara girtinê da. Parlementeriya Ahmet Turk û Aysel Tugluk hat betalkirin û li gelek endamên partiyê re siyasetkirin hat qedexekirin.
Ahmet Turk
Li beşa HEPê binerin …
Aysel Tugluk
Di sala 1965an de li Xarpêtê hatiye dinê. Parêzertî kiriye. Ligel Ahmet Turk ve bûn Hevserokên Giştî yên DTPê. Di 2007an de ji Amedê, di 2011an de jî ji Wanê weke parlementer hat bijartin. Dema Alîkara Hevserokên Giştî yên HDPê bû, di 28ê Kanûna 2016an de hat girtin.
Nûrettîn Demirtaş
Di sala 1972an de li Xarpêtê hatiye dinê. Dema li zanîngehê xwendekar bû hat girtin û 11,6 sal di zindanê de ma. Piştî zindankirinê di DTPê de careke din dest bi siyasete kir.
Di sala 2007an de bû Serokê Giştî yê DTPê. Lêbelê bi îdiaya ji bo leşkeri neke belgeya sexte daye amadekirin ve derbarê wî de doz hat vekirin. Ji wezîfeya xwe hat hilanîn û piştî girtina salek, wî şandine leşkeriyê. Deirtaş piştre ji Tirkyiyê derket.
Partiya Aştî û Demorasiyê (BDP) / 2008-2014
Di 2ê Gulana 2008an de bi seroktiya Mustafa Avzit de hat damezirandin. Piştî Avzit di 7ê Îlona 2008an de Demir Çelik bû serokê giştî yê partiyê. Çelik jî di 1ê Sibata 2010an de wezîfeya xwe dewrê Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak kir.
Piştî DTP hat girtin, parlementer û şaredarên partiyê derbasî BDPê bûn. BDP jî weke DTPê di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de bi namzetê serbixwe ket hilbijartinê, 36 parlementer şandin meclisê û di meclisê de koma xwe ava kir.
YSKyê parlementeriya Hatip Dicle betal kir û li ser vê yekê hejmara parlementerên BDPê li meclisê bû 35. BDPê di hilbijartinên 30ê Adarê de, 3 jê bajêrên mezin bi temamî 102 şaredarî girt. Piştî damezirandina HDPê, BDP di 28ê N3isana 2014an de xwe betal kir û parlementerên partiyê derbasî HDPê bûn.
Selahattîn Demirtaş
Di sala 1973an de li Xapêtê hatiye dinê. Parêzertî kiriye. Di 22ê 2007an de ji Amedê, di 12ê Hezîrana 2011an ji Colemêrgê, di 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de ji Stenbolê weke parlementer hat bijartin.
Di 10ê Tebaxa 2014an de bû namzetê serokomartiyê û %9,76ê dengan girt. Hevserokê Giştî yê HDPê ye û partiya wî di hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de benda hilbijartinê şikand û zêdetirî %10ê dengan girt. Di 20ê Gulana 2016an de parêzbendiya nêzî timamiyê parlementerên HDPê hatin rakirin û derbarê wan de bi dehan doz hatin vekirin.
Di 5ê Cotmeha 2016an de li gel 9 parlementerên HDPê ve ew jî hat girtin. Sûcên weke “li dijî qanûna xwepêşandan û civînan tevgeriyaye” “xelkê ji bo li dijî qanûnan derkevin tehrîk kiriye(TCK 217)”, “xelkê ji bo kîn û dijminatiyî tehrîk kiriye (TCK 216)”, “Heqaretê li serokomar kiriye (TCK 299)”, “Bê rûmetkirina saziyên fermî ên Komara Tirkiyeyê (TCK 301/1), “propagandaya ji bo rêxistina terorî (TMK 7), “endambûn (TCK/314/1) û rêvebirbûna rêxistina terorî (TCK 314/1) li Selahattîn Demirtaş tên kirin û di doza ji TCK 301/1an de dihat dadkirin de di 21ê Sibata 2017an de 5 meh cezayê girtinê li wî hat dayîn.
Gultan Kişanak
Di sala 1961an de li Xarpêtê hatiye dinê. Rojnamegerî kiriye. Di 22ê Tîrmeha 2007an de ji Amedê, di 12ê Hezîrana 2011an de ji Sêrtê weke parlementer hat bijartin. Li gel Selahattîn Demirtaş re bû Hevseroka Giştî ya BDPê.
Di hilbijartinên 30ê Adara 2014an de li gel Firat Anli ve weke Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê hatin bijartin. Di serdema Derbeya 12ê Îlonê de hat girtin û 3 sal hat zindankirin. Di 31ê Cotmeha 2016an de dema Hevşaredara Amedê bû hat gşrtşn û rojek şûnde wezîfeya wê hat hilanîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) / 2012-
Di 15ê Cotmeha 2012an de bi hevserokatiya Yavuz Onen û Fatma Gok de hat damezirandin. Di 27ê Cotmeha 2013an de Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel bûne hevserokên partiyê. 22ê Hezîrana 2014an de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş weke hevserokên partiyê hatine bijartin.
HDPê di hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an de %13,12 dengan girt û 80 parlementerên xwe bire meclisê. Di hilbijartinê 1ê Mİjdarê de jî %10,75ê dengan girt û 59 parlementerên HDPê dîsa li meclisê cih girtin.
Di 20ê Gulana 2016an de parêzbendiya 148 parlementeran hatin rakirin û 59ê wan parlementerên HDPê bûn. Ji 5ê Mijdarê vir ve, 14 parlementerên HDPê hatin girtin û 13 parlementer hêjî di zindanan de ne.
Ertugrul Kurkçu
Di sala 1948an de li Bursayê hatiye dinê. Ew kesekî weke sosyalist, aktîvîst, weşanger û siyasetmedar hat naskirin. Yek ji jenerasyona 68an e. Demekê bûye Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê ( DEV-GENÇ).
Li Kizildereyê k udi 30ê Adara 1972an de Mahîr Çayan û hevalên wan hatin qetilkirin de tenê Ertugrul Kurkçu ji wir sax filitîbû. 14 sal di zindanê de ma. Lig elek rêxistinên çepgir û partiyan de siyaset kiriye û herî dawî ji 2011an şûnde di nav BDP û HDPê de cih girtiye. Di 12ê Hezîrana 2011an de ji Mêrsînê, di 7ê Hezîran û 1ê Mijdara 2015an de jî ji Îzmîrê weke parlementer hat bijartin.
Sebahat Tuncel
Di sala 1975an de li Meletiyê hatiye dinê. Di DTPê de dest bi siyasete kir. Di sala 2006an de hat girtin. 22ê Tîrmeha 2007an de ji Stenbolê weke parlementer hat bijartin û piştî girtina 8 mehan ji zindanê derket.
Di doza derbarê wî de hatibû vekirin,de, di 18ê Îlona 2012an de biryar hat dayîn û 8,9 sal ceza dane wê de. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de careke din ji Stenbolê weke parlementer hat bijartin.
Di HDP û BDPê de bû hevseroka giştî. Di 6ê Mijdarê de ji bo şermezarkirina binçavkirina Yuksekdag û Demirtaş dema li ber Dadgeha Amedê bûn, ligel 10 kesan hat binçavkirin û piştre bi tewanbariya “li dijî qanûna meş û civînan tevgeriye” û “endamê rêxistina terorî ye (TCK/314/2) hat girtin.
Fîgen Yuksekdag
Di sala 1971an de li Edeneyê ji dayîk bûye. Siyasetmedar û rojnameger e. Demekê bûye Serokê Giştî ya Partiya Zextwarên Sosyalîst. Di 22ê Hezîrana 2014an de bû hevserokê giştî ya HDPê.
Di hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de ji Wanê weke parlementer hat bijartin. Di 20ê Gulana 2016an de parêzbendiya wê jî hat rakirin û di 5ê Mijdara 2016an de hat girtin. Derbarê Yuksekdag de ji ber qanûnê TSK û TMKyê ve gelek doz hatine vekirin.
Di çarçoveya qaûna 7an a TMKê de di 27ê Mijdara 2013an de ceza lê hatibû birin û ew ceza di 22ê Îlona 2016an de ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Li ser vê yekê, di 21ê Sibata 2017an de parlementerbûna wê hat û di 9ê Adarê de jî endamtî û hevserokatiya wê hat betalkirin.
Selahattîn Demirtaş
Li beşa BDPê binerin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) / 2014-
Piştî BDPê xwe betal kir, dewsa wê de di 11ê Tîrmehê de DBP hat damezinandin. DBP polîtîkayên li ser rêveberiyên herêmî pêk tîne. Ji ber vê yekê parlementerên BDPê li meclisê derbasî koma HDPê bûn lê, hevşaredarên wan derbasî DBPê bûn. Cara yekem Kamiran Yuksel û Emîne Ayna bûne hevserokên giştî ên partiyê. Piştî di 31ê Kanûnê de Emîne Ayna dest ji siyasete berda, Sebahat Tuncel bû hevserokê giştî.
Kamiran Yuksel
Di sala 1980an de li Qereyaziya Erziromê hatiye dinê. Di ciwantiya xwe ve dest bi siyasete kiriye. Dema Alîkarê Hevserokên DTPê bû, di 14ê Nîsana 2009an de bi operasyonên “KCK”ê ve hat girtin.
Di 12ê Nîsana 2014an de tehliye bû lê, di 28ê Adara 2017an de derbarê wî de 21 sal ceza hat dayîn. Di 13ê Gulana 2016an de hat girtin û di 7ê Cotmeha 2016an de careke din serbest hat berdan. Derbarê wî de niha cezayê 8.9 sal bi teqez bûye û bo wî biryara girtinê hatiye dayîn.
Sebahat Tuncel
Li beşa HDPê binerin... (NF-YY/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- 14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
16- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
17- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
18- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
19- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
20- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
21- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
22- Hunermend û bîner bê meydan mane, xwendekar ji konsevatuarê bûne
23- Di Tevgera Kurd De Kronolojiya Zindanan
24- Operasyonên “KCKê”
25- Hemû hevserokên partiyên Kurd di zindanê de mane
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.