Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Taxa Cihûyan ya berê Balat li peravê Haliçê, li ber deryaya Bîzansê dirêj dibe û diçe. Kesên Roman herî dawî xwe sipartine wir. Li wê deverê ev 15 sal in hewldana modernkirinê pêk tê û ev pêvajo di asta sêyemde dewam dike.
Pêvajoya yekem di salên 2000î destpê kir. Proje bi hevkariya Şaredariya Fatihê-Yekîtiya Ewropayê ve bi mebesta saxlemkirin-parastin û rehabilîtekirin ve destpê kir. Di asta duyem de dewsa projeya yekem de Projeya Nûkirina Fener-Balatayê ket meriyete. Bi vî awayî êdî xebatên restorasyonê ku bi hevkariya Şaredariya Fatihê û Yekîtiya Ewropayê pêk dihat bidawî bû dewsa wî de, bi hevkariya dewlet û sektora taybet xebatên nûkirinê destpê kir. Balat di sala 2006an de bi qanûna 5366an a Restorekirin û Nûkirina Berhemên Berhemên Çandî û Dîrokî ve wekê devera nûkirinê hat îlankirin. Di sala 2007an de îhaleya pêkanîna projeyê dan GAP Înşîatê ku girêdayê Çarlik Holdîngê ye. Li ser nerazîbûna civakê pêkanîna projeye dan sekinandin. Lêbelê îro di asta dawî de dewam dike. Piştî sermayeya taybet ket nav Balatê îro guhertinek li herêmê tê kirin.
Qanûna bi hejmara 5366Qanûna 5366 weke “Qanûna Ji bo Parastin û Nûkirina Berhemên Çandî û Dîrokî Yên Kevinbûyî” hetiye amadekirin. Di 17.11.2005an de bi biryara Desteya Wezîran a bi hejmara 2005/9668 ve hatiyre girtin. Biryar di 14.02.2005an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Di naveroka vê qanûna ku di madeya 4. a benda f’yê ya Rêziknameya Pêkanînan de hatiye nişandan, agahî û diyarkirinên wiha cih digre: “bi vê qanûnê ve tescîlkirina herêmên sît (cihên lê pêkanînên mîmarsaziyê nayê kirin), kesên bi biryara Desteya Wezîran ve hatin wezîfedarkirin, parastin û nûkirina wan dever û berheman”. Çavkanî: Neoliberal Kent Politikaları ve Fener-Balat-Ayvansaray Projesi, s: 95, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları |
Kesên bi dehan sal in li Balatê dijîn nikarin li gorî pêkanînên polîtîkayên neolîberal tevbigerin û bibin dewlemend.Ji ber vê yekê, bi reng û jiyana nû ya bajêr re nikarin adapte bibin û neçar tên hiştin ku bi riyên bêqanûnî pere qazacbikin.
Rêçên dîrokî bi destûra îmarê ve bi boyaxên nû ve tên tinekirin. Gelê Balatê di vê reng û jiyan nû de nikare pilansaziya pêşeroja xwe bike.
Îro dema hûn biçin kolaneke Balatê, hûnê bi teqez otêlekê bibînin. Li devera ku çanda kevneşopî lê heye de, her diçe kafeyên ku fîncankê qehwe bi 10 tlyan difiroşin, zêdtir dibin. Fener û Balat niha ji bo sermeyadarên navxweyî û navneteweyî gelek populer re.
Her çiqas bi guhertina bajêr ve “ronakkirina” civakî pêk nehatibe jî, ev yek niha bi dînamîkê aborî-civakî ve bi awayekî xwezayî pêk tê. Her diçe gel zêdetir feqîr dibe û bi bêdengî bajarojê terk dike.
Hunermenda camê Yasemîn Aslan Bakiri, li Camxaneyê ku beriya niha malekê Rûman bûye û bi beşdarbûna Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Kadir Topbaş ve hatiye restorekirin, xebatên xwe didomîne. Deriyê wan ji her kesî re, bi taybetî ji gelê Balatê re vekiriye. Lêbelê ew dibêje ku ev hüner bala gelê Balatê nakêşe.
“Kafeyên nû bi demkî ne”
Camxane, li Balatê yek ji cihên ku bi serkeftî hatiye restorekirin e. Li mekanê her tişt li gorî halê xwe yê wê demê hatiye çêkirin. Yasemîn Aslan Bakiri jî, ji bo domandina rihê mekanê, berhemên xwe bi motîfên Osmanî ve dixemilîne.
Yasemîn Aslan Bakiri, ji hjmara kafeyên ku salên dawî de hatine vekirin, aciz e. Bakiri derarê mijarê de giliyên xwe tîne ziman û dibeje: “Kî radibe, wekê li Tunel û Galatayê kafe vedike. Lêbelê ew kafeyên demkî ne, îro hene lê wê sibê nebin. Li her cihê dikana antîkayan vebûye. Lê ew dikan, êdî bûye bît pazarî (eşyayên rojane ên kevin). Tiştên wiha derbe li mekanan dixin. Ez xemgîn dibim. Tiştên wiha li Galatayê jî hat kirin û rihê mekanê xerab kirin.”
Bakiri îdia dike ku yek ji sedema ranta li Balatê “gelê nezan” e. Kesên milkên xwe radestî sermeyadaran dikin, tenê li ser aboriyê difikirin û taybetiya mekanê nabînin. Bakiri wiha dibêje: Ji bo qazankirina tiştên piçûk, nabe mirov berhem û devera dîrokî feda bike. Mirov divê qedrê kevirên ku rihê dîrokê di nav xwe de dihewînin, bizanibe. Wan bi wî taybetiya wan ve biparêze. Divê mirov çanda taxê biparêze.”
Bajaroka ku ref bi ref koç lê tê kirin
Destdanîna bi lezgînî çiye?Destdanîna Bi Lezgînî di qanûna 2942an de hatiye cih digire. Destdanîna bi vî rengî bi biryara Desteya Wezîran an jî di bûyerên taybet de pêk tê. Di vê pêkanînê de prosedurên destdanînê bi lezgînî bi cih tê. Bi vî awayî hemû prosedur piştî destdanînê pêk tê, li ser ropora kesên di mijarê de pirspor in ve ev yek tê kirin. |
Ji bo hewldana ‘ronakkirina’ li Balatê baş were fêmikirin, divê dîroka navçeyê bi kurtasî were zanîn. Beriya Osmaniyan, heta piştî avakirina komara Tirkiyeyê li bajarokê gelek kêmnetew, bi taybetî jî welatiyên Cihû dijiyan. Piştî bûyerên 6-7ê Îlonê û Hereketa Qibrîsê kêmnetewên wir ref bi ren ji bajarokê derketin. Bajarok ji ber ku nêzikê derverên kar e, beriya 10 salan jî, kesên ji bajarên xwe koçê bajarê mezin dikirin, dihatin vir. Di salên dawî de hunermendên li pey mekanên nû ne û ciwanên di warê xebatê de pêngava yekem pêk tînin, li wir bi cih dibin..
Beriya Osmaniyan li devera Fener-Balatê gelên Yewnan û Cihû hebûn û dema Osmaniyan de jî ew dîsa li wir dijiyan. Piştî sedsala 19. ji ber bazirganiya li devera Haliçê kêm bû û gelek şewat pêk hatin xweşikbûna Balatê li ber çavan hinek kêm kir. Di salên 1930an de plansazîgerê bajêr Henry Prostî Fransîzî hewl da ku wir bike devera endüstriyê. Piştî fabrîqeyên dewletê û îmaretxane li wir hatin avakirin, renge Balatê hinek guherî. Di koşkê li devê behre ku yên welatiyên Yewnan bû de, atölye û fabrîqe hatin avakirin. Ev yek bandor ser rewşa civakê jî kir û bi taybetî piştî bûyerên 6-7ê Îlonê Yewnan û Cihûyan cih û warê xwe yê bi sedan salan berdan û çûn. Piştî li Balatê endustrî hat avakirin, kêmasiya xebatkaran derkete holê. Kedkarên ji Anatolyayê hatibûn, li malên Yewnan û Cihûyên welat terk kirine de hatin bi cih kirin. Bi vî awayî li Balatê dewsa kêmnetewan de kesên bi erzanî kar dikin bi cih bûn û pêkhateyên civakê guherî.
Di sala 1985an de hewldana ji bo paqijkirina Haliçê destpê kir û di heman demê de welatiyên ji herêma rojhilat û başûr-rojhilat koç dikirin, dihatin li semtên Fener-Balatê bi cih dibûn. Welatiyên ku bi darê zorê koç kiribûn, êdî ti warê wan nemabû ku bizivirin û ji xwe re li vir jî kar peyda nekiribûn ku bixebitin. Sedema hatina wan ê Balatê, nêzikbûna deverên kar û kiriyên erzan bûn. Piştî koçkirina wê demê, civaka Balatê ya niha, kêm zêde derket holê.
Projeya YEyê nîvî de ma
Balat’s surroundings and sea were cleaned and the de-industrialization process was completed. After the historical peninsula was added to the UNESCO World Cultural Heritage List in 1985, the value of the area multiplied. The rehabilitation of Balat and Ayvansaray was discussed in the HABITAT Conference that was organized in İstanbul in 1996. Nevertheless, the project could only be put into practice in 2003.
The European Union granted 7 million Euros to Turkey for rehabilitation and restoration work in the area. During the restoration, not only were the landowners or renters not evicted, but also they weren’t asked to pay anything. Furthermore, with an agreement signed with the landowners, the EU banned the landowners to from selling their buildings or evicting their renters for five years after the restoration of the building was completed. As restoration costs exceeded the expectations, Fatih Municipality fully restored 35 buildings, and carried out simple maintenance in 121 buildings.
In 2006, the Fener-Balat-Ayvansaray Renewal Project was declared on the grounds of the “Law on Preservation by Renovation and Utilization by Revitalizing Deteriorated Immovable Historical and Cultural Properties”. In 2007, GAP İnşaat (GAP Construction) incorporated within Çalık Holding, which we know from the Tarlabaşı Renewal Project, won the tender of the preliminary project. The agreement with the EU was thus cancelled without asking the local community. Furthermore, the 121 buildings in which basic maintenance was carried out were added to the list of 3,000 buildings to be demolished.
Li Balatê derdor û devê behre hat paqijkirin û kargehên endustrıyê jî, ji nav bajarojê hat derxistin. Nîvgirava dîrokî piştî di 1985an de ji hêla UNESCOyê ve di Lîsteya Miradê Çnda Dinyayê de hat nişandan, dever bi qiymet bû. Di Zîrveya Habîdatê k udi 1996an de li Stenbolê hat lidarxistin de, rehabîlîtekirina Fener-Balat-Ayvansarayê hat rojevê. Lêbelê pêkanîna projê di 2003an de ancax temam bû.
Yekîtiya Ewropayê ji bo restorasyon û rehabîlîtekirina herêmê 7 milyon Euro li Tirkiyeyê hibe kir. Dema pêkanîna restorasyonê de gel ji cih warê xwe nehat derxistin û ji gel ti mesrefek jî nehat xwestin. Di ser de jî li gorî peymana ku YEyê bi xwediyên milkên wir danîbû, piştî restorasyonê heta 5 salan ti kes nikare milkên xwe bifiroşe an kirêdarên wir ji cih derxe. Ji ber mesrefên restorasyonê ji mîqtara hatibû hesabkirin zêde derket, Şaredariya Fatihê tenê 35 bînayê karî bi temamî restore bike. 121 bîna jî tenê bi awakî xwerû derdora wan hatin çêkirin.
Di sala 2006an de qanûna 5366an ya Nûkirin û Restorekirina Berhem û Derdorên Dîrokî weke hincet hat nişandan û Projeya Fener-Balat-Ayvansaray hat îlankirin. Di 2007an de ji bo îhaleya pêkanîna projeye dan GAP Înşîata girêdayê Çarlik Holdînga ku ji Projeya Tarlabaşiyê dihat naskirin. Bi vî awayî peymana ku bi NYyê hatiye danîn, bêyî agahdarkirin û pirskirina ji gel hat betalkir.
Di siteya fermî ya GAP Înşiatê de agahî û mebesta projeye bi vî awayî anîbûn ziman:
Devera yê were nûkirin, 59 cihê avahiyê, 909 parelên ji ser destê sûran (Cadeyên Ayvansaray û Murselpaşa) destpê dike û heta Haliçê diçe. Ev dever li ser destê sûran herî zêde 79.345 m2 ye. Mebesta sereke yê projeye ew ku derdora fizîkê were nûkirin û zêdekirina kapasîteya civakê ye. Tê xwestin ku kalîteya bikaranîna devera devê behrê jî zêdetir be. Bi vê projeyê ve hewl tê dayîn ku cih warên heyî were nûkirin û bi avahî û jiyana li devê behrê yên nû xweş û dewlemendtir be. Bi vî projeyê ve him tê xwestin ku cihên dîrokî were parastin, restorekirin û restutîsyonê wan were kirin û her wiha li gel vî jî avahiyên nûjen jî were çêkirin, da ku li herêmê jiyana şev û rojê li gel hev baştir bibe.
(Çavkanî: Neoliberal Kent Politikaları ve Fener-Balat-Ayvansaray, r. 93, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, www.gapinsaat.com/KDBalat.aspx; erişim Ağustos 2014)
Biryarên betalkirinê, xistina malê dewletê û di dawiyê de serkeftin
Di Kanûna 2009an de Pojeya Avan ya Nûkirina Fener-Balat-Ayvansarayê li meclisa Şaredariya Fatihê hat qebûlkirin. Piştî wê biryarê, gelê li herêmê dijî bûn yek û Komeleya Parastina Miradeyê Çanda Balat û Fenerê (FEBAY-DER) damezirandin û ji bo betalkirina biryara şaredariyê, îtirazê dadgehê kirin. Hewldana gel serkeftî bû û dadgehê di sala 2012an de biryar da ku proje were betalkirin. Herçiqas biryara betalkirinê hate dayîn jî Lijneya Wezîran biryarekê nû da Fener-Balat-Ayvansarayê bi lezgînî kir malê dewletê.
FEBAY-DERê dev ji dozê berneda û di sala 2013an de pêkanîna projeyê bi biryara dadgehê ve dan sekinandin. Di meha Îlonê de jî Dadgeha Şêwirmendiyê biryara xistina malê dewletê betal kir. Di sala 2014an de 1. Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê pilana îmarsaziyê ku projeya Fener-Balat-Ayvansarayê jî di nav de bû, bi temamî betal kir û doz bi vî rengî bi dawî bû. Gelê Balatê li hemberî tehlûkeya hilşandina taxê êdî rehet bûn. Lêbelê yê ku bi guhertina bajêr ve pêk nehat, niha bi guhertina civakê ve pêk tê.
Tûrîzma xerckirinê
Berdevkê FEBAY-DERê Alkr. Doç. Dr, Çîgdem Şahîn anî ziman ku qurbaniyên cara yekem yên guhartina bajêr ew in û wiha got: Mixabin dema dor hate me, hem pêvajo nediyar bû hem jî me rêbazên berxwedanê baş nizanibû. Lê niha her kes her tiştî dizane.
Çîgdem Şahîn dibêje ku li Stenbolê ji xeynî Fener û Balatê zêdetir ti cih nemaye ku guhertin nehatiyekirin û ji bo rant û berjewendiyên ferdî, çavê dewlet û sermayedaran li ser vir e. Şahîn anî ziman ku di guhertinên mekan û civakî de, dîrokîbûna bajêr li ber çavan nayê girtin û ji bo tûrîzmê jî bi mekanên heqîqî na li ser dekoren nû tê avakirin. Şahîn wiha dibêje: “Behsa tûrîzmeke li ser çanda xerckirinê tê kirin. Tûrîzmeke ji nirxan bê par, bi deokra nû. Ji otel, restoran, bar û kafeyên wir pere qezenc dikin. Yanê qezenç ji berhemên dîrokî pêk nayê.”
Prof. Dr. Seçkin Dindar 6 sal ewil liAyvansarayê, li ber Zindanên Anemasê li gorî gotine wî “ciheke çopê” sitendiye û piştre wir kiriye hotel û cafe. Dindar diyar dike ku nirxdarbûna mekanê ji ber dîrokê ye û kes nikare dîrokê bikire. Şahin dibêje ku restorasyona sax ne tenê karê pere qezenckirinê ye, divê kesên wî karî dikin ji dil û can vê yekê pêk bînin.
Ev yek guhertina çandê ye
Seçkin Dindar çar berhemên dîrokî wergirtiye, ji destpêkê ve restore kiriye. Niha li Ayvansarayê otêlek, wargehakê xwendekaran û kafeyek wî hene. Dindar dibêje cara yekem ew weke sermayedar hatiye Herêma Ayvansarayê, karkirina vir zehmet e lê, ji vir şûnde wê sermayedarên din jî li herêmê kar bikin. Dindar wiha got: “Ji ber ku Fener-Balat-Ayvansaray di nav projeya guhertina bajêr de nîn in, ziyan bi taybetiya wan ê dîrokî nebûye hêj. Bo Sultanahmetê jî heman tişt tê gotin lê, li wir jî gelek otêl hatine çêkirin. Cihek din jî herêma Galatayê ye kul i wir jî ti cih nemaye. Niha cihê ku herî zêde potansiyela rantê lê tê dîtin, herêma Fener-Balat-Ayvansarayê ye.”
Prof. Dr. Seçkin Dindar 11 salan li Zanîngeha Stenbolê bûye şêwirmendê rektor, di Lijneya Akademîka Navneteweyî û Projeyên civakî de serkotî kiriye. Niha bi beşdariya 60 zanîngehan de li Yekîtiya Medyayê, şêwirmendê Medyaya Civakî ye. Rojên dawiyê hefteyê ji bo hemû xwendekarên xwe li herêma Fener-Balat-Ayvansarayê “sohbetên li ser çand û dîrokê” lidar dixe û tecrubeyên xwe bi wan re parve dike. Dindar wiha dibêje: “Min ji bo bi sedan însanan re turan lidar xist. Mebesta min ew bû ku bila werin vir û bighêjin vê asta têgihiştinê. Min di her axavtina xwe de anî ziman ku divê kesên hunermend û rewşenbîr werin vir.” Dindar îdia dike ku ji herêmê pêvajoya pêşketina çandê destpêkiriye û wiha dewam dike: “Divê ev der bibe mekanê hunermen û rewşenbiran. Hêdî hêdî wisa jî dibe. Mînak hunermendek ez nas dikim ku can dide eşyayê darî, yekê din hat û di 8ê Adarê de liv ir pêşangeya wêneyên xwe kir. Hin niviskar tên vir, pirtûkên xwe îmze dikin.”
Ew radigihîne ku gelek bijîşk û hunermen bi saya serê wî li Balat, Fener, Ayvansarayê bi cih bûne. Dîndar destnîşan dike ku guhertina civakî ya herî mezin ev e û ancax bi vî awayî taybetiya herêmê mirov dikare bibparêze.
Eger guhertina bajêr neye kirin, wê guhertina bi serê pêk were!
Piştî salên 1930an bi endüstriye, Balat ji bo bicihbûnê dibe ciheke bi qezenc. Lê piştî salê 1980an pêkanîneke berovajiyê vê yekê destpê dike, kargehên endüstriyel ên li wê herêmê tên girtin û gelê wir her diçe feqîrtir dibe. Piştî salên 1990an ji bo başkirina rewşê hin mijar hatine rojevê û gelê wir jî bi hêvî bûne ku pirsgirêkên wan çareser bibe. Lêbelê piştî salên 2000an bi projeyên diyarkirî ve feqîrtiya gel bi şêwazeke din ve hat guhertin: Êdî gel ditirse ku dest danîn ser milkên wan. Ji bo wan projeyan digotin mebest dewlemendkirina gel e. Lêbelê gel bi wan projeyan ve zêdetir feqîr bû û hatin bêrûmetkirin.
Li Sulukule û Tokludereyê gel ji cih û warên wan derxistin û projeya guhertinê pêk anîn. Lêbelê pêkanîna heman projeyê li Fener-Balat-Ayvansarayê pêk nehat. Niha “heldana ronîkirinê” ku nekarîn bi hilşandinê pêk bînin, dixwazin bi mekanîzmaya piyasayê ku kontrola wî destê sermayedaran de ye ve pêk bînin. “Ronîkirin” çawa be jî pêk tînin.
Alkr. Doç. Dr. Çîgdem Şahin ku li Balatê dijî û di nav tevgerên bo bajêran de cih girtiye, dibêje ku tişta li Cihangir, Tophane û Ortakoyê dixwazin li hêrêma Fener-Balatê pêk bînin. Ew tîne ziman ku ji ber spekulasyonên derbarê herêmê de bihayê mal û eraziyan zêdetir dikin, xwediyên milkan ku malê xwe bi erzanî nefirotine şaredariyê bi vî awayî wê bifiroşin sermayedaran. Ji ber bihabûnê, kesên vir nikarin debara xwe pêk bînin, vir terk dikin û dewsa wan de kesên dewlemend bi cih dibin. Şahin wiha got: “Me wekê gelê li herêmê pêşî li projeya guhertina bajêr girt, li niha dixwazin heman tiştî bi awayekî din pêk bînin û mixabin pêk tînin jî.”
“Ronîkina bi mecbûrî”
Rojnameger-nivîskar Ersîn Kalkan jî li Balatê ji dayîk bûye, di sala 2014an de bi kea xwe Meyxaneya Agorayê daye restorekirin û ji temamiya herêmê re gelek xebat kiriye. Kalkan dibêje ku xeteriya guhertina bajêr êdî nîn e lêbelê dixwazin vê yekê bi guhertina civakê bi xwe ve pêk bînin: “Wê bi teqez vê yekê bikin. Barcelona jî wisa ne, New York jî. Ev der êdî nabe weke Tarlabaşiyê. Piştî doz bi encam bû, gelê li vir dest bi restorasyonan kirin, kafeyan vekirin û ji vir şûn de êdî paş de naçê.”
Birçîbûn li dijî sofîtiyê ye
Dema em ber bi kolanên nava Balatê ve diçin, bajarokekê din derdikeve pêşberî me ku sermeyedar ji wan aciz in. Zarokên 14-15 salî bi zorê malbatên xwe dizewicin, kı xwedî zarokên “sabiqepaqij”bin. Zarokên nû ku wê sabiqeya wan nebe, ji bo malbatê dibin hêvî ku alîkariya debara malê bikin. Pîşeyên ku zarok neçar dibin bikin jî afyonfiroşî û dizî ye.
Romanên li herêmê dijîn, piraniya wan tûrîzmger an jî muzîkvan in. Piştî kêmbûyî û kirîza di sektöre tûrîzmê de qezancê gelekên wan nîvî kêmbûye. Li ser vê yekê pereye kirêya wan jî hatiye zêdekirin û ji ber vê yekê neçar dimînin ku karên bêqanûnî bikin. Pirsgirêka herî mezin li Balatê bikaranîn û firotina ajyonê ye. Stranbêjek bi xemgînî dibêje: “Li malê 3 zarokên min hene. Zikê wan birçî ye. Kî wê wan têr bike?” Dema êvaran ji kar tên, li dêrgeha tên cem hev de, bîra û çay vedixwin, behsa bihabûna kirêyan û nediyariya siberojê dikin. Dizanin ku bi guhertina bajêr ve ferqmeyîlî li ser wan tê kirin. Yek ji wan muzîsyenê Roman ku naxwaze navê xwe eşkere bike, dibêje “Di vê jiyanê de, serê mirov xweş nebe nabe.” Her wiha dibêje li bajarokê çiqas bûyerên diziye çêbibin, wan weke sûcdar dibînin. Dikene û dibêje, “Me diziyê kiribe, nekiribe jî em dîsa sûcdar in.” Bi sîtemkarî tîne ziman ku ew nikarin di karekî bi sîgorte de bixebitin. Ji ber ku xwediyên kar naxwazin bi wan re bixebitin.”
Herêm bi mudaxeleyên bêqanûn, tê terorîzekirin
Alkr. Doç.Dr. Çîgdem Şahin sedema pirsgirêkên bêqanûnî berdewamiya guhertina bajêr e. Dema nekarîn yek bi yek îkna bikin, rêbezeke wiha xistin dewrê. Niha polîtîkayên bêrûmetkirinê li hemberî Fener û Balatê tê kirin. Şahin wiha dibêje: “Tînerkêş û majyaya afyonê anîne vir. Piştî demekê gel jî li ba xwe dibêje ku eger ez li vir bimînin, wê zarokên min jî bibe tînerkêş û tevli mafyayê bibe û ji vir derdikevin diçin. Vê yekê herî dawî li Bagcilarê kirin.” Şahin dibêje ku herêm tê terorîzekirin û wiha dewam dike: “Ji bo rewşa ku wicdanê însanan aciz dike ji holê were rakirin, mirovên wir tên bêrûmetkirin û mudaxeleya li dijî wir bi vî awayî tê meşrûkirin.”
“Deriyê me ji her kesî vekirî ye, bes bila me aciz nekin”
Yek jî rûsipiyên bajarokê Halit Vitali ye ku tekstîlxane û qehwexane vekiriye demekî, lêbelê niha neçar meye ku karê bêqanûnî bike. Vitalî wiha dibêje: “Ev der êdî ne ewle ye. Lêbelê li derve jî dinyayeke bêhiqûqî heye. Ji ber wê em vir terk nakin. Heta dawiyê em ê li vir bin.Her roj tên li vir, kevir bi kevir malan kontrol dikin, agahiyan li gel xwe qeyd dikin. Dixwazin heta 5-10 salan peymana kirêkirinê daynin. Mala min li qata jor e û ji xeynî wir ti cihê min nîn e ku ez bistirim. Ji vê xan û qehwexaneyê zêdetir ji bo me ti jiyan nîn e.” Halit Vitali wiha dawî li axavtina xwe tîne: “Em bi kesên ku dema ji kar tên dizwazin du bîra ji xwe re bikirin û li malê bêhna xwe vedin re dijîn. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Tenê bila me aciz nekin.” (EE-ŞÖ/HU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- 14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
16- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
17- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
18- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
19- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
20- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
21- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.